ROJANE
Hemû Nûçe
-
Qedexeya derketina derve ya ji bo 3 rojan dest pê kir
Di çarçoveya tevdîrên dijî vîrûsa koronayê de li 31 bajaran qedexeya derketina derve ya ji bo 3 rojan dest pê kir. -
Li Tûzlûçayirê ji ber 1'ê Gulanê 4 kes hatin destgîrkirin
Li Tûzlûçayirê 4 kesên ku ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê bang kirin hatin destgîrkirin. -
ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
HBDH’ê çalakiya li otela bi navê Anatolîon a li Dîlokê li xwe girt
Yekîneya Tolhildanê ya Orhan Yilmazkaya ragihand ku bi rêbazekî taybet di saetên sibehê de wan otela 5 stêrk a bi navê Anatolîon a li Dîlokê û 32 milyon dolar lê hatiye mezaxtin şewitandine. -
Li gorî rayedarên Tirk di nava 24 saetan de 93 kes mirine
Li gorî rayedarên Tirk ji ber pandemiya şewba koronayê di nava 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 93 kes mirine. -
Tanrikûlû di 18 salan de 24 hezar karker mirin
Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû diyar kir ku di desthilatdariya AKP’ê ya 18 salan de 23 hezar û 980 karker mirine. -
KCD-DBP: Divê li Îmralî û hemû girtîgehan test bên kirin
Parlementerê HDP’ê Mûsa Farîsogûllari diyar kir ku li girtîgehan tedbîr nehatine girtin, divê di serî de li Îmralî û hem girtîgehan bi lezgîn test bên kirin. -
Hejmara kesên bi vîrûsê dikevin û dimirin her diçe zêdetir dibin
Hejmara kesên bi şewba Covîd-19 ketine gihişte 3 milyon û 238 hezar kesî, 228 hezar kes jî mirine. Tevî ku Tirkiye hejmara rastî diveşêre jî di rêza 7’ê de cih digire. -
Yekîneyên Tolhildanê: Desthilat û hevkar wê hedefa me bin!
Yekîneyên Tolhildanê ragihand ku wê her roj desthilata AKP-MHP’ê û navendên hevkarên wê di hedefa wan de bin. -
Rêxistinên tenduristiyê daxwaza ‘cîhaneke bê şewb û mêtinger’ kir
Gelek rêxistinên tenduristiyê bi rêya telekonferansê civînek lidar xist û bi daxwaza ‘cîhaneke bê şewb û mêtinger’ kirin û 1’ê Gulanê pîroz kirin. -
Çerkezoglû: Em ê pergala nû bi hêza xwe ava bikin
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû di bîranîna cangoriyên 1’ê Gulanê de axivî û diyar kir ku bi şewbê re pergala neolîberal a kapîtalîst têk çûye. -
Li Lubnanê sîstem hildiweşe, li kolanan hêrseke mezin heye
Krîza siyasî, aborî û civakî ya li Lubnanê bi pandemiya Covîd-19 re mezintir bû. Çavdêrên siyasî dibêjin, Lubnan êdî ne li ser zinar e, êdî ji zinar wer dibe. -
'Divê em her rojê weke 1'ê Gulanê bibîn û têkoşînê mezin bikin'
DKP/BOG, TKP-ML, TÎKB û MKP'ê gotin ,"Divê em her rojê mîna 1'ê Gulanê bibînin" û banga xurtkirina têkoşînê kirin. -
'Armanc ne pêwîstiyên civakê ye, armanc qezenca herî zêde ye'
Li aliyekî wê beşeke mezin a cîhanê ji birçîbûna binale, li aliyê din jî wê ji ber hilberînê bimîne! Li aliyekî malên komî ser hev bûne, li aliyekî jî gel û kedkarên di nava lepên birçîbûnê de ne. Sedema xwe eşkere ye: Qezenca yekdestî. -
KON-MED'ê ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê bang kir
KON-MED'ê ragihand, ku kapîtalîzm kaosê hildiberîne û baştir hatiye dîtin ku modernîteya demokratîk çiqasî girîng e. KON-MED'ê ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bang kir. -
Parêzer û malbatan daxwaza hevdîtinê kirin
Parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin hevdîtinê bikin serî li rayedaran dan. -
KCDK-E ji bo 1'ê Gulanê banga bilindkirina têkoşînê kir
KCDK-E'yê li ser 1'ê Gulanê daxuyaniyek weşand û bang kir ku di 1'ê Gulanê de bibin yek, berxwedan û têkoşîna demokratîk mezin bikin. -
Elmanyayê karên Hîzbûllahê hemû qedexe kir
Hikumeta Elman ragihand ku wan karên tevgera Şîa ya Lubnanî Hîzbûllahê li Elmanyayê bi temamî qedexe kirine. Bi vê biryarê re li gelek bajaran li dijî Hîzbûllahê operasyonê dest pê kir. -
HDP: 1'ê Gulana îsal em li her derê ne
HDP'ê 1'ê Gulanê pîroz kir û diyar kir, "Ji bo afirandina jiyaneke nû 1'ê Gulanê em li her derê ne." -
Komîsyona YE'yê: Fona krîzê herî kêm divê 1,5 trîlyon Euro be
Yekîtiya Ewropayê ragihand, fona li dijî krîza giran a aboriyê bê bikaranîn, dibe ku bigihînin 1.5 trîlyon Euroyî. -
KNK'ê 1'ê Gulanê cejna karker û kedkaran pîroz kir
KNK'ê 1'ê Gulanê Roja Têkoşîn û Piştgiriyê ya Karker û Kedkaran bi daxuyaniyekê pîroz kir. -
Soglîn: Testê li ser girtiyên nexweş nakin
Ji girtiyên siyasî Nazli Soglîn got, li Girtîgehan Bunyanê ya Kayseriyê li girtiyên nexweş ên gumana vîrûsê li ser wan hebû test nehatiye kirin û bang kir. -
ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan veguhestine cihekî nediyar
Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan 13 sale li girtîgeha bajarê Xoy girtiye. Duh danê sibehê ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Îranê ji cihekî nediyar re hatiye veguhestin. -
Însyatîfa Zarokên Agir rêze çalakî kirin
Însyatîfa Zarokên Agir li Yeşîlyûrt a Îzmîr, Umraniye ya Stenbol û li gel Denîzlî Markezefendî û Dîlovasî ya Kocellî bi aramanca protestokirina şandina cenazeyê gerîlayê HPG’ê Egîd Îpek ê bi rêya kargoyê rêze çalakî kirin.