'Divê em her rojê weke 1'ê Gulanê bibîn û têkoşînê mezin bikin'

DKP/BOG, TKP-ML, TÎKB û MKP'ê gotin ,"Divê em her rojê mîna 1'ê Gulanê bibînin" û banga xurtkirina têkoşînê kirin.

Komîteya Ewropayê ya DKP/BOG, Komîteya Ewropayê ya TKP-ML, Komîteya Ewropayê ya TÎKB'ê, Komîteya Ewropayê ya MKP'ê daxuyaniyeke hevpar li ser 1'ê Gulanê dan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li Tirkiyeyê bi milyonan mirovên bêkar-birçî û di nava metirsiya şewb-mirinê de bi jiyan û karekî koledariyê tên mehkûmkirin û hate gotin, "Desthilatdariya faşîst paşverû ya AKP-MHP'ê ji bo karibe desthilatdariya xwe bidomîne giraniyê dide ser zordarî û tundiyê.

Di daxuyaniya hevpar de hate ragihandin ku desthilatdairya AKP-MHP'ê ya faşîst paşverû desthilatdariya xwe tenê bi rêya tundiyê dimeşîne.

Rêxistinan diyar kirin ku divê ew êdî her rojê mîna 1'ê Gulanê bibînin û ji bo xeleka kapîtalîst emperyalîst têk bibin têkoşînê xurt bikin.