ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Tirkiyeyê 3 hezar û 81 kes ji ber koronayê mirin
Wezîrê Tendurtiyê yê Tirk Fahretîn Koca li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek da û ragihand di nava 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 89 kes mirine. -
Li Stenbolê yekîneyên tolhildanê çalakî li dar xistin
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Helmet û Şehîd Arîn Mîrkan li gelek derên Stenbolê çalakî li dar xistin. -
Girseya gel a dixwaze biçe Zînî Wertê tê astengkirin
Ji gelek herêmên Başûrê Kurdistanê girseya gel berê xwe da herêma Zînî Wertê ku ji ber bicihbûna hêzên PDK'ê ev demeke alozî lê derketiye. Lê belê li gelek deveran çalakger hatine astengkirin. Hewldanên ji bo çûyîna Zînî Wertê dewam dikin. -
Şivan Perwer lêborîna xwe xwest
Hunermend Şivan Perwer bi peyamekê diyar kir ku axaftineke wî ya beriya niha şaş hatiye fêhmkirin û ji bo civaka Êzidî got, "Eger min dilê kesî êşandibe ez lêborîna xwe dixwazim." -
Ocalan: Pêdivî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye -NÛ BÛ
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qala geşedanên li Başûr kir û got dixwazin Kurdan bera hev bidin. Ocalan diyar kir ku peymana di sala 1982’an de ya bi Îdrîs Barzanî re dikare were nûkirin û got “Pêdivî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye.” -
HDP: Divê ji bo Birêz Ocalan şert û mercên azad û ewle bên afirandin
HDP'ê bal kişand ser rola dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştiya civakî ya li herêmê û destnîşan kir ku divê tecrîd bi dawî bibe û şert û mercên azad û ewle ji bo Ocalan bên afirandin. -
ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li Tirkiyê di nava 24 seatan de 92 kes mirine
Li gorî rayedarên Tirk, di nava 24 seatan de 92 kes ji ber şewba koronavîrûsê mirine. -
Gokçek: Soza konserek ya cih û dîrokê wê diyar bidin me
Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê bi sedan roj in di rojiya mirinê de ye got: “Ji bo me soza konserek ya cih û dîrokê diyar be, bidin.” -
Girtiyên siyasî: Em terkî mirinê kirin!
Girtiyên siyasî û yên nexweş diyar kirin ku ew terkî mirinê hatine kirin, ligel ku nîşaneyên nexweşiyan bi wan re hene jî test nehatiye kirin. -
Li Freîbûrgê belavokên li dijî dagirkerî û nokeriyê
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Azad, li bajare Freîbûrgê êrişên dagirkeriyê û hevkariya bi dagirkeran re şermezar kirin. -
Beştaş: Destê ji ser goran rakin
Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir rûxandina goran di tu bawerî û hiqûqê de cihê wê nîne û got: “Destê xwe ji ser goristanan rakin û êrîşan rawestînin.” -
HBDH'ê ji bo Îbrahîm Gokçek banga çalakiyan kir
Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Gelan (HBDH) ji bo Îbrahîm Gokçek ê di rojiya mirinê de ye banga çalakiyan kir. -
Yenî Ozgur Polîtîkayê ji bo abonetiyê bang kir
Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ku wê 4'ê Gulanê ji nû ve li ser kaxizê bê çapkirin, banga abonetiyê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hûn jî dikarin bibin beşek ji kevneşopiya çapemeniya azad." -
Polîsan ciwanê ji Sûriyeyê kuşt
Li Edeneyê, Alî El Hemdan ê ji Sûriyeyê ji aliyê polîsan ve hate kuştin. -
HBDH: Li hemberî faşîzmê divê em alaya Şoreşa Yekgirtî bilind bikin
HBDH: Li hemberî faşîzmê bilindkirina têkoşîn û rêxistinbûnê peywira me ya sereke ye. Li hemberî emperyalîzm, kapîtalîzm û faşîzmê divê em alaya Şoreşa Yekgirtî bilind bikin. -
HDP: Koçber di nava lepên birçîbûnê de hatin hiştin
HDP'ê diyar kir, di dema pandemiyê de koçber li nava birçîbûnê de hatine hiştin û destnîşan kir, "Bêewlehî û terikandina koçberan bi qasî pandemiyê kujer û travmatîk e." -
Kiliçaslan: Mejiyê mêr ê mîlîtarîst ji vîrûsê bêhtir metirsîdar e
Fatma Kiliçaslan a HDK'î diyar kir, ku qedexeya derketina derve ya ji ber şewba Covîd-19 hate ragihandin, bû sedema zêdebûna tundiya li jinê û got, bûyerên tundiyê yên hatin qeydkirin bi rêjeya 38 ji sedî zêde bûn. -
'Mûstafa bi destê dadgeriya Tirk û desthilatdariya siyasî hate kuştin'
Parêzera Mûstafa Koçak Ezgî Çakir diyar kir ku bi komployekê xwestin Mûstafa Koçak ceza bikin, lê Koçak nexwest bikeve bin barê gunehên dewletê, lewma li ber xwe da. -
ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Di 24 saetan de li Tirkiyeyê 95 kes mirin
Li gorî rayedarên Tirk di nava 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa Koronayê 95 kes mirin. -
Li 31 bajaran ji 1 heta 3’yê Gulanê qedexeya derketina derve tê ragihandin
Li Tirkiyeyê di navbera 1-3’yê Gulanê de wê qedexeya derketina derve bê ragihandin. Qedexe 31 bajar li xwe digire. -
Ocalan banga yekîtiya netewî kir
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di axaftina li gel malbatê pêk anî de , banga yekîtiyê kir. -
Bultena Çavdêriyê ya Covîd-19: Rê bidin bila biçin Îmralî
Bultena Çavdêriyê ya Girtîgehan a Covîd-19, bal kişand ser berdanên li girtîgehan û diyar kir ku divê heyetek serbixwe tavilê biçe Îmralî. -
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê ji bo Îbrahîm Gokçek banga lezgîn kir
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê, Helîn Bolek û Mûstafa Koçak ên di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û ji bo Îbrahîm Gokçek bang li her kesî kir ku bi lezgînî çalakiyan bikin.