ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Çalakiyên 1'ê Gulanê Cejna Karkeran wê bên şopandin.

Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan diyar kir ku wê bi rengê Sema koçer li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk li ber xwe bidin û got, "Rejîmên faşîst hewl didin xwe bi hêz nîşan bidin, lê belê li ber bidawîbûnê ne."

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku li Tirkiyeyê AKP-MHP’ê bêhiqûqî veguherandiye hiqûqê û got: "Li girtîgehan li dijî şewbê tedbîr nayên girtin. Rewşa girtiyan metirsîdar e. Taşdemîr xwest girtî bên berdan.

Kedkarên ku xwe li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin kirine, li gel şert û mercên giran jî şoreşê bi keda xwe dihûnin.

Li Ewropayê yek ji welatên ku şewba Covîd-19 bandora herî giran lê kiriye Fransa ye. Tevdîrên nû yên li Fransayê wê li gorî herêman bi rengên kesk, zer û sor bên destnîşankirin.

Welatên ku debara xwe li ser koçberên xwe yên li Ewropayê ne, bi rawestîna herikîna pereyan a ji ber Covîd-19 di nava zor û zehmetiyan de ne.

Li gelek welatên Ewropayê bi bahaneya şewbê saziyên erkdar hatine girtin. Ev jî bûye sedem ku penaber nikaribin serlêdanê bikin û bi mehan li kolanan bimînin.

Rageşiya navbera DYE û Çînê ku vê carê ji ber şewbê rû da, mekanîzmayên biryargirtinê yên Neteweyên Yekbûyî xitimandine.