Li Lubnanê sîstem hildiweşe, li kolanan hêrseke mezin heye

Krîza siyasî, aborî û civakî ya li Lubnanê bi pandemiya Covîd-19 re mezintir bû. Çavdêrên siyasî dibêjin, Lubnan êdî ne li ser zinar e, êdî ji zinar wer dibe.

Lubnan weke 'Swîsreya biçûk' a Rojhilata Navîn tê binavkirin. Krîza siyasî û aborî ya li Lubnanê giran dibe. Tevdîra mayîna li malê atmosfera nebaş a siyasî û civakî girantir kir.

Sistbûna karê aboriyê, ketina karê tûrîstî, bêqîmetbûna pereyê neteweyî li pêşberî dolar û nebaşbûna hêza mirovan a ji bo kirînê, bû sedem ku çalakî ji nû ve dest pê bikin.

Profesorê aboriyê yê Falukteya Zanistên Siyasî ya li Parîsê Bassam Snaje ji medya RTS a Swîsreyê re axivî û got, "Lubnan êdî li ser zinar e, ew ji zinar werdibe."

Sjnaje got, "Qîmetê lîreyê Lubnanê li pêşberî dolar çend rojên dawî bi qasî nîvî kêm bû. Buhayê tiştan jî zêde bû. 90 ji sedî yê malên li welêt ji derve tên anîn."

Piştî krîza siyasî ya ku bi mehan dewam kir, Lubnan bi senaryoya enflasyona bilind re rû bi rû ye. Di nava salekê de 30 ji sedî zem hate kirin.

SÎSTEM MÎNA QESREKE JI KARTONÊ HILDIWEŞE

Rewşenbîrekî Sûriyeyî yê li Beyrûdê got, "Sîstem mîna qesreke ji kartonê hildiweşe. Bêkarî û xizanî mezin dibe." Heman çavkanî destnîşan kir ku hêrsa li tevahiya welêt mezintir dibe.

Li welêt çîna navîn jî xizan dibe. Her yek ji du Lubnaniyan li ber têkçûnê ye. Li gorî daneyên fermî rêjeya bêkariyê 40 ji sedî ye. Li gorî daneyên hikumetê nêzî 45 ji sedî yê nifûsa welêt di bin sînora xizaniyê de ye.

EV TÊKOŞÎNEKE ÇÎNÎ YE

Kolanên Lubnanê çend hefte ne mîna bombeyeke li ber teqînê bûn. Piştî ku çalakgerek roja Sêşemê li Trablûsşamê bi fîşeka leşkeran hate kuştin, xwepêşandanan dest pê kir. Çalakî li gelemperiya welêt belav bûn. Rê hatin girtin, banka hatin şewitandin û bi artêşê re şerekî dijwar hate kirin.