Rêxistinên tenduristiyê daxwaza ‘cîhaneke bê şewb û mêtinger’ kir

Gelek rêxistinên tenduristiyê bi rêya telekonferansê civînek lidar xist û bi daxwaza ‘cîhaneke bê şewb û mêtinger’ kirin û 1’ê Gulanê pîroz kirin.

Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Yekîtiya Didansazên Tirk (TDB) Sendîkaya Tenduristî û Kedkarên Xizmeta civakî (SES) Sendîkaya Şoreşger a Tenduristiya Kar (Dev Saglik-Îş), Komeleya Derûnsasi ya Tirk (TPD), Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî (SHUDER) û Komeleya Hemû Teknîsyenên Radyolojî û Teknîkan (TUM RAD-DER) têkildarî 1’ê Gulanê civînek lidar xist.

Di civînê de daxuyaniya hevpar Hevseroka SES’ê Gunol Erdem da. Erdem diyar kir ku di van rojên şewbê de li gel karker û kedkarên ku ji bo ji nû ve jiyanê vejenin, herî zêde pêwîstiya kedkarên tenduristiyê bi têkoşîn û piştevaniyê heye.

Erdem bi domdarî got: “Di rewşa em di nav de ne tenê li dijî Covîd-19 em tenê xwe û malbat belkû em erkdarin ku kesên ji şewbê nexweşbûne, welatiyên me yên di beşa lezgîn de ne, heta pêşwazîkirina xizmeta tenduristiyê ya sîtema tendurstiya me ya welat hatiye îhmalkirin pêk bînin, erkê me ye ku em şewbê bidin rawestandin.”

Erdem destnîşan kir ku divê êdî xizmeta ji bo tenduristiyê ji hilberîneke ya fêdeyê bê derxistin, bi salan e dixwazin ji bo her kesê bê ferq û cudahî mafê tenduristî ya bê beramber bê dayîn têdikoşin.

Erdem herî dawî 1’ê Gulanê pîroz kir û got: “Em daxwaza rojên ku ‘bê şewb û mêtinger’ ku heqê kedê bê dayîn, Cejna 1’ê Gulanê pîroz bikin, 1’ê Gulanê li hemû kedkarên cîhanê pîroz dikin. Diyar dikin ku em ê xwedî li hevalên xwe yên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane û em kedarên tenduritiyê, em ê li dijî şewba Covîd-19 û dîsa yên keda me tine dihesibînin, li dijî sîstemek bêheq û hiqûq têkoşîna xwe bidomînin.”