ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, li dijî modernîteya kapîtalîst divê civak bi temamî têbikoşe û got, 1'ê Gulanê ya îsal ji bo karker û kedkaran destpêka pêvajoyeke nû ye.

TJK-E'yê têkildarî 1'ê Gulanê daxuyaniyek da û diyar kir, "Em 1'ê Gulanê ya îsal weke roja şikandina zincîra koledariyê, afirandina yekîtiya têkoşînê ya jin û kedkaran pêşwazî bikin."

KCDK-E'yê têkildarî 1'ê Gulanê daxuyaniyek da û destnîşan kir, "Em bang dikin ku di 1'ê Gulanê de bibin yek û têkoşîna demokratîk û berxwedanê mezin bikin."

Ji girtiyên siyasî Nazli Solgîn got, li Girtîgehan Bunyanê ya Kayseriyê li girtiyên nexweş ên gumana vîrûsê li ser wan hebû test nehatiye kirin û bang kir.

Hate îdîakirin ku dermanê 'remdesîvîr' ê li DYE'yê ji bo tedawiya Covîd-19 tê bikaranîn, pêvajoya başbûnê bêhtir xurt dike. Hate ragihandin ku heman derman li Çînê encameke neyînî derxistiye holê.