Çerkezoglû: Em ê pergala nû bi hêza xwe ava bikin
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû di bîranîna cangoriyên 1’ê Gulanê de axivî û diyar kir ku bi şewbê re pergala neolîberal a kapîtalîst têk çûye.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû di bîranîna cangoriyên 1’ê Gulanê de axivî û diyar kir ku bi şewbê re pergala neolîberal a kapîtalîst têk çûye.
34 kesên ku di qetlîama 1’ê Gulanê de hatibûn kuştin li Taksîmê hatin bibîranîn. Bibîranîn ji aliyê Platforma 1’ê Gulanê hate lidarxistin. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, parlementerên HDP’ê Zuleyha Gulum, Oya Ersoy, Sarûhan Olûç, Sezaî Temellî, parlementerê TÎP’ê Erkan Baş, Hevseroka Bajêr a HDP’ê Stenbolê Elîf Bûlût jî di nav de nûnerên gelek partî û rêxistin, komele û girseyên demokratîk tevlî bibîranînê bûn. Polîsan dora qadê girtin û xwestin ku bi tenê nûnerên sendîka û partiyên siyasî têkevin qadê. Polîsan nehiştin ku xebatkarên çapemeniyê têkevin qadê.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku vê 1’ê Gulanê ji bo avakirina pergaleke nû wateya xwe ya dîrokî heye û got ku “Di vê pêvajoyê de bi milyonan kes birçî tên hiştin. Em naxwazin vegerin rojên berê. Em pergaleke nû ya cihanê dixwazin. Em dixwazin vê pergala civakî bi ked, aqil û zanistê ava bibe. Em ê pergala civakî bi dest û hêza xwe ava bikin.”
Piştî bibîranînê çalakgeran qerenfîl danîn cihê qetlîam lê pêk hatiye.