KON-MED'ê ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê bang kir
KON-MED'ê ragihand, ku kapîtalîzm kaosê hildiberîne û baştir hatiye dîtin ku modernîteya demokratîk çiqasî girîng e. KON-MED'ê ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bang kir.
KON-MED'ê ragihand, ku kapîtalîzm kaosê hildiberîne û baştir hatiye dîtin ku modernîteya demokratîk çiqasî girîng e. KON-MED'ê ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bang kir.
Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Têkoşîn, Piştevanî û Yekîtiya Karker û Kedkaran daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser xizanî û birçîbûna li ser kedkran tê ferzkirin û hate ragihandin ku bi pandemiya vîrûsa koronayê re baştir hatiye dîtin ku kapîtalîzm kaos û krîzê diafirîne.
KON-MED'ê diyar kir ku girîngiya xwerêxistinkirin û komunan baştir hatiye dîtin û destnîşan kir ku bersiva li modernîteya kapîtalîst, paradîmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ye. Modernîteya demokratîk e.
KON-MED'ê bang kir ku bi rêbazên afirîner 1'ê Gulanê bê pîrozkirin.