'Armanc ne pêwîstiyên civakê ye, armanc qezenca herî zêde ye'

Li aliyekî wê beşeke mezin a cîhanê ji birçîbûna binale, li aliyê din jî wê ji ber hilberînê bimîne! Li aliyekî malên komî ser hev bûne, li aliyekî jî gel û kedkarên di nava lepên birçîbûnê de ne. Sedema xwe eşkere ye: Qezenca yekdestî.

Carna pênaseyeke 'krîzên ji ber hilberîna zêde' tê kirin. Li aliyekî wê beşeke mezin a cîhanê ji birçîbûna binale, li aliyê din jî wê ji ber hilberînê bimîne! Li aliyekî malên komî ser hev bûne, li aliyekî jî gel û kedkarên di nava lepên birçîbûnê de ne. Sedema xwe eşkere ye: Qezenca yekdestî. Dema ku para ji bo hêzên kedkar ên bi erzanî hildiberînin têrê hêza kirînê nake, hingî qaşo tengavî rû dide. Ya rast tengaviyê diafirînin. Di rewşeke wiha de kîjan rahîbê sexte, ya jî qaşo ekonomîst bi hawarê ve digihêje? John Maynard Keynes! Çi dibêje? Bila dewlet lêçûnên xwe zêde bike. Çawa? Bi bilindkirina hêza kirînê ya kedkaran! Lîstik bi her aliyên xwe yên qirêj çawa eşkere dibe? Li aliyekî wê bêrîkê vala bike li aliyê din jî bêrîka din dagire! Ev yek polîtîkaya, bi nîşandana mirinê ferzkirina tayê li ser kedkaran û civakên li derveyî şaristaniyê ye. Di vir de em bi têkiliyeke polîtîk re rû bi rû ne. Dema ku tê xwestin çalakiya hêzên demokratîk a li dijî şaristaniyê bê tepisandin, ev hêz destpêkê birçî tên hiştin. Piştre li ber xwe digerîne û zikê wan tê têkirin. Em bi taktîkên şerê berê re rû bi rû ne: Eger tu dixwaze gelekî, bajarekî teslîm bigire, destpêkê dorpêç bike, birçî bihêle. Piştre jî di berdêla teslîmgirtinê de zikê wan têr bike!

LI ALIYEKÎ MAL KOMÎ SER HEV BÛNE, LI ALIYÊ DIN JÎ KEDKARÊN BIRÇÎBÛYÎ

Bi sedan mînakan ez dikarim qala cewheta rastîn a teorîya buhrana sixte ya kapîtalîzmê bikin. Heke bi tenê em buhrana sala 1930’an analîz bilin wê hemû mantiq eşkere bibe. Di vê serdemê de çi dibe? Yekîtiya Sovyetê ya ku hegemonyaya Îngîltereyê qebûl nake, dibe rejîmeke mayînde û serkeftî. Bi ser de gefan li dinyaya kapîtalîst dixwe. Elman tevî rastgir û çepgirên xwe li ber xwe didin. Li Çînê bi pêşengiya Mao serhildaneke gundiyan hatiye destpêkirin. Anadolû di serî de welatên mêtingeh û nîvmêtingeh li dijî hegemonyaya Îngîlîzan bi têkoşînên vejîna neteweyî serî hildidin. Bersiva hegemonyaya Îngîlîzan jî buhrana bi qestî ya di salên 1929-1930’an e. Ji aliyekî malên wekî çiyayan li ser he hatine rêzkirin û ji aliyê din ve jî gel û karkerên ku ji birçînan dimirin. Dermanê Keynes her tiştî zelal dike.

Em dikarin krîzên li ser xelayê jî têxin hemank kategoriyê. Devjêberdana hilberandina malan û li hemberî nexweşî û karesatan hêvîdariya ji neçarbûna mirovan. Bi teknîk û heyînan re, birçîbûneke cîddî û nexweşiyên girseyî pêk nayên. Dema pirsgirêka hebûna pergala hegemonîk dibe mesele, serî li van buhranên çêkirî tê xistin, bi nexweşî û karesatan gef tên xwarin. Em careke din dikarin têkiliya civak û ekonomiya kapîtalîst ya bi hêzên hegemonîk bibînin. Metod yek e, birçî bihêle û sûdê ji karesata wê werbigire. Him jî tu yê îspat bikî ku tu melek û xwedayê rizgarker î. Bila evdên te ji te re şikir bikin!

Divê were fêmkirin ku kapîtalîzm ne bi tenê dijberiya ekonomiyê ye, tê wateya dijberiya civakê jî. Di warê teorîk de Roza Luksembûrg diyar kiribû ku hemû civak nikare bike kapîtalîst û ev tişt ne mumkun e. Li gorî min pêdivî bi teoriyên mezin tune. Her kes, her civak, karker û kapîtalîst bibin du beş, ji bo karê wê mal neyên hilberandin. Mînakeke basît. Em bibêjin li fabrîkeyekê 100 karker dixebitin û karibin 100 wesayîtan hilberînin. Bila civak jî 100+1 kes be (Ji ber ku civak bi tenê ji karker û kapîtalîstan pêk tê. Tişta ku dibêjin civaka kapîtalîst a saf ev e. Ev şaşiyeke mezin a gelek Marksîstan e) Em sed wesayîtan bifiroşin bila kar were. Sed karkeran bi keda xwe wesayît kirîn. Ji patron re çi ma? 0! Nexwe divê yên ku nebûne kapîtalîst, bi analîza min ‘civaka demokratîk a li dijî şaristaniyê’ divê her dem hebe da ku civaka şaristaniyê bidome. Şaristaniya kapîtalîs a ku hêzeke hegemon a nû ye dema dijberiya civaka demokratîk bike û di demên çalakiyan de har bibe, li ser bingeha dijminatiya civaka demokratîk dikare xwe ava bike. Yan bi şeran an jî bi aştiyan. Wekî di dîroka şaristaniyê de, di dîroka şaristaniya kapîtalîst de jî gelek şer û bûyer hene ku dikarin vê meseleyê piştrast bikin.

ARTÊŞA BÊKARAN A BERDEST A KAPÎTALÎZMÊ

Pergala kapîtalîst ji ber rêjeya xwe ya kara ji nirxa zêde bilind bigire, mecbûr e ku her dem artêşa bêkaran a berdest di dewrê de hebe. Heke tunebe, divê biafirîne. Bêkarî pêvajoyeke wisa ye ku bi qestî tê afirandin. Heywan û riwek bi kêrî tiştekî tên, gelo mirov çima bêkar werin hiştin? Sermesele ma gêrikên bêkar hene? Heke gêrik jî ne bêkar bin, mirov çawa bêkar bin? Di gerdûnî de cih ji têgiha bêkariyê re tune. Bêkarî bi awayekî çêkirî tê afirandin û her dem geş tê hiştin. Dijminatiya pergala kapîtalîst a li dijî jiyana ekonomîk herî zêde bi bêkariyê derdikeve holê. Di rejîma fîrewn de ya ku em rexneyên giran lê digirin jî ‘koleyên betal’ tunebû. Çawa ku fîrewnên bêkar tune, koleyên bêkar jî nabe. Koleyek her dem nirx û karekî wî hebû. Bi tenê di kapîtalîzmê de bêkarî an jî dijminatiya ekonomiyê heye.

KAPÎTALÎZM DIJMINATIYA TEKNÎKÊ DIKE

Kapîtalîzm dijminatiya teknîka ekonomîk jî dike. Asta zanist û teknîkê , kîjan civak dibe bila bibe him wekî pergaleke siyasî û him jî civakeke demokratîk dikare hebûna xwe bidomîne û di warê ekonomîk de pirsgirêkên xwe çareser bike. Zagona karê ya pergala kapîtalîst li hemberî asta zanist û teknîkê ya optîmûm dibe asteng. Heke zagona karê tunebe, zanist û teknîka heyî dikare çareseriyê ji gelek ekonomiyên li gorî pêdiviyên mirovan bibîne. Ev kapasîte tu carî baş nayê xebitandin, berevajî wê bi afirandina krîz, bêkarî û aloziyên civakî hewl tê dayîn ku şaristaniya kapîtalîst were domandin. Nexwe kapîtalîzm ne bi tenê dijberiya ekonomiyê dike, berevajî wê dijminatiya zanist û teknîkê ye jî.

KAPÎTALÎZM DIJMINÊ EXLAQ E

Kapîtalîzm dijminatiya exlaq û nirxên moral jî dike. Mirov bi rêgezên exlaqî dikare pêdiviyên xwe sererast bike. Berevajî vî tiştî wê wekî gêrikan zêde bibin û deh dinya jî têr nakin. Heke exlaq nebe, dibe ku veguherin ‘civaka şêran’ û wê heywan nemînin. Wê demê dinya ji şêran re jî namîne. Heke kapîtalîzm neyê bisînorkirin yan ew ê civakê bike civaka gêrikan û bîne ber asta hilweşandinê (Rewşa Çîn û Japonyayê) û yan jî wê bike civaka şêran (Civaka DYE’yê). Her civak wekî DYE, Çîn û Japonyayê be, gelekî zelal e ku wê şansa domandina civaka mirovan jî kêm be. Li vê derê kapîtalîzmê rêgeza exlaqî kiriye qurbaniya ekonomiya kapîtalîst. Wextekê ji ber ku zarok û keç zêde ne, dikirin qurbanî. Heke hebe, bi exlaqekî wisa, mirovan dikin qurbanî û civak dikare were domandin. Em bi çavê ‘ayînên qurbankirina mirovan’ li şerên bi mohra kapîtalîzmê binihêrin, wê demê em ê bibînin ku li hemberî me rêgezeke ekonomiyê ya kapîtalîsmê û bêexlaqiyeke çawa heye. Ev bêexlaqî xisarê nade tevnên civakî. Jîngeh û xwezayê cara pêşîn dixe bin hukmê xwe, bi domandina qetlîameke mezin bi tenê jiyana mirovan, gefê li ser jiyana zindiyan jî dixwe. Ji vêya zêdetir bêexlaqî û dijberiya zindiyan heye?

DIJMINÊN JINÊ NE JÎ

Kapîtalîzm dijminatiya jinê jî dike ya ku hêza sereke ya jinê ye û afirînerê wê ye. Hemû analîzên me îspat dike ku jin di jiyana civakî de nirxa wê ya ekonomîk di asta yekemîn de ye. Wekî di dîroka şaristaniyê de jî tê dîtin, rastiya jina ku bêekonomî maye bûye nakokiua herî mezin a kûr û balkêş a civakê. Beşeke zêde ya nifûsa jina bêkar hatiye hiştin. Ji ber ku karên malê, karên herî dijwar bin, nake pênc qiruş. Ji ber ku welidandina zarokan û mezinkirina wan karê herî dijwar ê jiyanê ye, wekî belayekê dîtin. Him dibe makîneya weliandina zarokên erzan û bêkar û him jî mezinkirina van zarokan. Di dîroka şaristaniyê de jin di zemîna civakê de hatiye bicihkirin. Lê tu civak negihiştiye hêza ku kapîtalîsmê kiriye. Vê carê jin ne bi tenê di zemînê de, li hemî katan dibe heybera newekhevî, bêazadî û bêdemokrasiyê! Tişta xerabtir ev e ku bi şîddeteke mezin desthilatdariya civaka zayendîparêz zêde dike, jinan dike endustriyeke seksê, êşkenceyê li hemû beşên civakê belav dike, civaka mêrserwer di serdema şaristaniya kapîtalîst de derdixe asta jor, wekî ku tolê ji afirînera ekonomiyê werbigire, dijminatiya li hemberî jin û ekonomiyê li her derê û di her demê de îspat dike!

PERGALA KU EKONOMIYÊ DIKE LÎSTIKÊN KAXEZAN

Kapîtalîzmê ekonomî di asta global de kiriye piyaseya borsa û faîzê û lîstikên kaxezan, dijminatiya xwe li hemberî ekonomiyê jî dixe nava çavê civakê. Tu di serdema dîrokê de ekonomî nebûye lîstika kaxezan û pergaleke nîgaşî. Ekonomî wekî tevna herî hesas a civakan hatiye dîtin û bi çavê pîrozbahiyê lê nihêriye. Xwarin wekî problemeke pêşîn hatiye dîtin û hatiye xwestin ku were çareserkirin. Di hemû olan de derbarê mîsogeriya ekonomiyê raveyek heye. Cejn ji bo pîrozkirina zêdebûna ekonomîk û ji bo bîranîna serdemên ku êdî ne krîz in, tê lidarxistin. Vê xala ku Marks mafdar e, ji qada lêhûrbûna ekonomîk, hestiyarî û analîtîk tê derxistin û dibe lîstikên pere û kaxizan û vediguhere qada ji jiyanê herî dûr a feraseta analîtîk û spekulatîf. Bêyî ku tu kedê bidin, bi lîstina fiyetên faîz û senetan , di asta global de di nava çend saetan de bi milyaran dolar dest diguherin. Nîvê mirovatiyê ji birçînan dimirin û sêwirandina pergaleke ku ev qasî dijberiya ekonomiyê jî dike, gelekî dijwar e. Kapîtalîzm di vê qonaxa dawîn a jê re dibêjin serdema fînansê, bi tenê bi vî aliyê xwe dikare diyar bike ku çiqasî li derveyî ekonomiyê ye û pergaleke dijminane ye.

KAPÎTALÎZM HEMÛ AVADANIYAN HILDIWEŞÎNE

Kapîtalîzm digire ser hilberandin û berxuriyê , giraniyê dide polîtîkayên ku tu têkiliya wan bi xwarin, vexwarin, xwestarkirina civakan tune û bi tenê li kara xwe difikire. Kapîtalîzm krîzên hilberandin û berxuriyê ava dike û avadaniya civakan ji binî ve xerab dike. Çekên nukleer di serî de yên ku têkiliya wan bi avadaniyên hilberandin û berxuriya keda mirovan tune, komkirina çekan zêde dike, veberhênanê li çavkaniyên enerjiyê yên karbonê dike, bi çandiniya ku genetîka wê hatiye guherandin, bi bihabûna xetên derya, behr û hewayî, encama şêtbûna modeyê ya ku ji heman malê bi sedan wersiyon tê hilberandin, çend mînakên sereke ne. Ji aliyekî alavên wekî çiyayan li ser hev hatine komkirin û ji ber ku çawaniya xwe ya berxuriyê winda kirine, terkî rizandinê tê kirin, ji aliyê din ve jî qirbûnên ji ber birçîbûn û nexweşiyê ya ku nebûne tu hêzeke berxuriyê. Artêşên bêkaran! Di dîrokê de tu xerabî û dijminatiya ku karesatan nikarine bide civakan, teşeya ekonomîk a bi navê kapîtalîzmê pê li damarên ekonomiyê dike, dipelçiqîne û bi damarên çêkirî didomîne.”

Ji pirtûka "Şaristaniya Kapîtalîst" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin.