Tanrikûlû di 18 salan de 24 hezar karker mirin
Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû diyar kir ku di desthilatdariya AKP’ê ya 18 salan de 23 hezar û 980 karker mirine.
Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû diyar kir ku di desthilatdariya AKP’ê ya 18 salan de 23 hezar û 980 karker mirine.
Tanrikûlû bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Hevgirtin û Têkoşînê derbarê zextên li ser karkeran raporek amade kir.
Rapor ji sala 2002’an heta sala 2020’an e. Li gorî raporê di sala 2019’an de herî kêm 736 karker bûne cangoriyên cînayetên kar.
Di raporê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku ji sala 2002’an heta sala 2019’an herî kêm 23980 karker mirine. Tê diyarkirin dikaribûn pêşiya sedema mirina karkeran bihata girtin.
Di raporê de hate diyarkirin ku ji 11’ê Adarê heta 10’ê Nîsanê ji ber tevdîrên nehatine stendin li 159 karxaneyan testa 855 karkeran a koronayê pozîtîf derketiye.