ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kedkarên jin ên malê di rewşeke zehmet de ne
Evîd-Senê ragihand ku karkerên jin ên li malê di pêvajoya şewbê de zor û zehmetiyên giran dikişînin. Sendîkayê ragihand, herî kêm 7 jin bi şewbê ketine. -
'Zîhniyeta qirker jî têkoşîna gelan jî didomin' -NÛ BÛ
Komele û saziyên qurbaniyên Qirkirina Ermenan bi bîr anîn û destnîşan kirin ku ew li gel gelên qirkirin li wan hatiye ferzkirin têdikoşin. -
Dewleta Tirk şerê kêl û gorên Kurdan dike
Dewleta Tirk tiştên ku di qonaxa barbariyê de jî nehatiye kirin dike û êrîşê dibe ser kêl û gorên Kurdan, kêlên gorên Kurdan dişikîne. Vê heftiya dawî jî kampanyayeke zextê li ser gor û goristanên Kurdan dike. -
Derziya Covîd-19 a Çînê li ser meymûnan tesîra xwe nîşan da!
Derziya ku li Çînê li dijî şewba Covîd-19 hate amadekirin li ser meymûnan hate ceribandin. Hate eşkerekirin ku derzî bi bandor e. -
Yekîneyên Tolhildanê li Wanê çalakî kirin
Yekîneyên Tolhildanê ragihand wan li Wanê çalakî kirin û li dijî AKP-MHP'ê, sazî û dezgeh û kesên bi wan re têkildar çalakiyên xwe bidomînin. -
Axaftina herî dawî ya Koçak: Bêhna min diçike
Mûstafa Koçak ku li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1'ê ya Kiriklarê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, herî dawî 23'ê Nîsanê roja Pêncşemê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî bû. Koçak gotibû, "Bêhna min diçike." -
Gokçek: Çi ji destê kê tê divê bike
Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek, ji bo zexta dewletê ya li ser hunerê bê rakirin 312 roj in di rojiya mirinê de ye. Bavê Gokçek Ahmet Gokçek banga xwe dubare kir. -
KNK'ê daxwaza naskirina Qirkirina Ermenan kir
KNK'ê di salvegera 105'an a Qirkirina Ermenan de qurbanî hemû bi bîr anî û daxwaz ji tevahiya dem û dezgehên pêwendîdar kir ku qirkirinê nas bikin. -
Koçak ê di rojiya mirinê de bû, jiyana xwe ji dest da
Mustafa Koçak ê 297 roj in ji bo mafê darizandina bi edalet di rojiya mirinê de bû, jiyana xwe ji dest da. -
Li Swêdê nerazîbûna li dijî qanûna 'efû'yê ya Tirkiyeyê
Tirkiyê bi hinceta vîrûsa koronayê kujer, lîderên rêxistinên sûc ên orgnaîze û baronên madeyên hişbiriyê berda lê nûçegihan û muxalîf bernedan, ev rewş li medyaya Swêde bû sedema rexne û helwestan. -
Li Ermenîstanê mexdûrên qirkirinê têne bibîranîn
Gelê Ermenîstanê li gel tevdîrên jidiyayî yên ji ber krîza Covîd-19'ê jî qirkirina beriya bi 105 salî bi bîr tîne. -
ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Yekîneyên Tolhildanê li Stenbolê çalakî kirin
Endamên Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Arîn Mîrkan û Şehîd Helmet ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê li Stenbolê 12-15’ê Nîsanê 4 wesayîtên faşîsta şewitandin. -
CÎK: Meha Remezanê aştî, biratî û aramiy bîne
CÎK a têkildarî meha Remezanê daxuyaniyek da got: “Li beşê başûrê welatê me dîsa dijminên gelê me ji bo birakujiyê çêbikin fitneyê bi rêxistin dikin. Divê hemû partî, cemiyet û cemaetên gelê me ji vê re bêje rawestin. -
Di nava 24 saetan de li Tirkiyeyê 115 kes mirin
Rayedarên Tirk ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa Koronayê 115 kes mirine. -
Li Gurgum û Mêrsînê êşkence li girtiyan dikin
Girtiyên li Gurgum û Tarsûsê diyar kirin ku li dijî şewba Koronayê ti tedbîrek nehatiye girtin. Bûrhan Erol yê li Girtîgeha Gurgumê anî ziman ku gardiyanan êşkence li wan dike. -
Ji bo 21 HDP’yiyan fezlekeyên destlênedanê yên nû pêşkêşî meclîsê kirin
Di derbarê 21 parlementerên HDP’ê de 30 fezlekeyên nû yên destlênedanê pêşkêşî Meclîsê kirin. -
Ji Însiyatîfa Zarokên Agir li Sakaryayê çalakî
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihandin ku roja 21’ê Nîsanê li dijî tesîsek ya vegerandinê ya ku li ser rêya D-100 a li taxa Bekirpaşa ya girêdayî Erenler a navçeya Sakarya yê çalakiyek pêk anîn. -
Rojnamevanên Kurdistanî ji bo Zînî Wertê bang kirin
Rojnamevanên Kurdistanî têkildarî bûyerên li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê diqewimin daxuyaniyeke hevpar weşandin. -
'AKP'ê Covîd-19 ji xwe re kir meseleya mayîndetiya xwe'
Koordînasyona Krîzê ya Herêmê ya Covîd-19 têkildarî helwesta hikumetê ya li ser pandemiyê, rewşa heyî û karê ku dimeşînin agahî da. Koordînasyonê hişyarî da hikumetê û diyar kir, "Covîd-19 meseleyeke mayîndetiyê nîne." -
Di dîrokê de şewbên xedar
Wekî îroj gelek şewb hatin serê mirovayetiyê. Nexweşî, şev û mirinên komî her dem hebûn. Di hinekan de gelek kes mirin. -
Kongreya Star ji bo Zînî Wertê bang li hêzên Kurdistanî kir
Koordînasyona Kongreya Star fikarên xwe yên ji ber aloziya li Zînî Wertê bi daxuyaniyekê ragihand û bang li hêzên Kurdistanî kir ku bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin. -
Li welatên kendavê pandemî herî pir ziyanê dide koçberan
Koçberên li welatên kendavê ku bi salan e bi şertên giran ên dijmirovî dijîn, herî pir ew dikevin ber bandora pandemiya Covîd-19'ê. -
'Em hem ji mizgeftê man hem jî ji dêrê'
Ermenên bi zorê bûn Misilman, tevî ku 105 sal di ser qirkirinê re bihurîn di nava du çandan de hîn jî asê mane. -
Qedexeya derketina derve ya ji bo 4 rojan dest pê kir
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve ya ji bo 4 rojan dest pê kir.