Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan veguhestine cihekî nediyar

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan 13 sale li girtîgeha bajarê Xoy girtiye. Duh danê sibehê ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Îranê ji cihekî nediyar re hatiye veguhestin.

Li gorî agahiyên Tora Mafê Mirov a Kurdistanê weşandiye duh danê sibehê girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ku cezaya girtîbûna heta hetayî jê re hatiye dayîn ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Îranê ji cihekî nediyar re hatiye veguhestin. Veguhestina ji nişka ya wê girtiyê siyasî di rewşekê de pêkhatiye ku ev 13 salin girtiye û û li gorî doktorên ev girtiye ji ber nexweşiyên wek Petrîjiyom û Kandîdyazîsê êş dikêşe.

Di vê derbarê de Tora Mafê Mirov li ser gotina çavkaniyekî cihê baweriyê daye zanîn ku ‘hêzên ewlekariyê ketin nava girtîgehê û bêyî ku hincetekî diyar bikin Zêyneb Celaliyan li gel xwe birine.’

Malbata Celaliyan piştî ku ji wê rewşê haydar bû serî li girtîgeha Xoyê daye. Berpirsên girtîgehê ji malbatê re gotine ku dibe ji Zêyneb Celaliyan re dozekî nû hatibe vekirin û wisa diyar dibe ku wê ji bo lêpirsînê ya derbarê îtîhamên nû birine girtîgehekî Tehranê.

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê di dewama rapora xwe agahiyên xwe dispêre gotinên çavkaniya xwe yê cihê baweriyê û dibêje ku di Tîrmeha 2019’an de şandeyek ji mufetîşên rêxistina girtiyan çûne girtîgeha Xoyê û serdana qawîşên jinan jî kirine. Şandeyek ji dozgeriya bajarê Xoyê jî di dema teftîşê de bi wan re bûne û yek ji endamên şandeyê ji Zêyneb Celaliyan re ragihandiye ku heta nameyekî ya têde diyar bike ku ji karên kirî poşman bûye nenivîse ji hemû mafên girtiyekê wê bêpar bibe. Zeyneb Celaliyan bi awayekî teqez ev yek red kiriye.

Her wiha beriya niha jî Wezareta Îttîlaatê jî diyar kiribû ku di encama tevlêbûna ya televîzyonê (ji bo îtîrafgiritnê) wana rê dane ku biçe nexweşxaneyê. Lê wê girtiyê ev daxwaze redkiribû. Tevî ku doktorên nexweşxaneya girtîgehê jî tekez kirine ku divê ji ber rewşa xwe ya tendirustiyê ew girtiyê bişînin nexwaşxaneyê; lê heta niha jî ji wê mafê xwe bê par tê hiştin.

Rêxistina Efûya Navnetewî mehek beriya niha bi belavkirina daxuyaniyekê daxwaz kiribû ku cezayê girtina ne adilane ya Zeyneb Celaliyan vere bidawî kirin. Rêxistinê dabû zanîn ku Zêyneb Celaliyan di tevahiya dema xwe ya girtî de çendîn caran ji mafên xwe yên bingehîn yên wek xizmetguzariyên tendirustiyê ya guncav û têrker bêpar maye.

Zeyneb Celaliyan ji meha Sibatê ya 2017’an heta niha bi mebesta nerazîbûnê nîşanê pêkneanîna pêdiviyên bijîşkî yên der heqê rewşa çavên wê û nexweşiya Gastroenterolojiyê ketiye girevê, lê bi pêşketina êşên dijwar ên serî û israra malbatê pejirandibû ku hebên mîgrenê bikar bîne.

Zeyneb Celaliyan sala 1982’an li gundê Dêm Qişlaq a girêdayî bajarê Makû ya Rojhilatê Kurdistanê li dayik bûye. Di meha Sibatê ya 2007’an de ji aliyê hêzên Îdareya Îttîlaatê ya Kirmaşanê tê destgîrkirin û nêzî 3 mehan di lêpirsîngeha Navenda Îstîxbaratê ya Îdareya Îttîlaatê ya bajarê Kirmaşanê bi hinceta endamtiya PJAK’ê di bin şertê êşkenceyên fîzîkî û derûnî de lêpirsîn lê hatiye kirin. Piştre jî şandine girtîgeha wê bajarê.

Di Kanûna 2008’an de di şaxekî ya dadgeha şoreşa Îslamî ya Îranê ya bajarê Kirmaşanê bi dadgeriya Muradî bi îtîhama endamtiya PJAK û hewldanê çekdariyê li dijî Komara Îslamiya Îranê ceza îdamê hate dayîn. Piştî ku li hemberî wê biryarê îtîraz hate kirin, dosya ji şaxa 4’emîn a dadgeha temyîzê ya bajarê Kirmaşanê hatibû şandin û li vê derê jî heman ceza hatibû erêkirin. Herî dawî di zivistana sala 2009’an de biryara hatibû dayîn ji aliyê dadgeha bilind a welat jî hatibû erêkirin. Ew girtiya siyasî di meha Sibatê ya 2009’an de bi awayekî ne li bendê ji girtîgeha Kirmaşanê veguhestin qawîşa 209 a girtîgeha Êvînê û piştî pênc mehan dîsa ji girtîgeha Dîzelabad a Kirmaşanê re hatibû veguhestandin.

Di encama hewildanên zêde yên ji bo betalkirina biryara îdamê ya li ser Zeyneb Celaliyan ji aliyê malbat, parêzer û çalakvanên mafê mirov, ew biryar di Cotmeha 2011’an weguherî girtîbûna heta hetayî. Piştre jî di Kanûna 2014’an jî bi erêkirina dozgerî û Îdareya Îttîlaatê ji girtîgeha Kirmaşanê veguhestin girtîgeha bajarê Xoy.

Hêjayê gotinê ye ku yek ji parêzerên Celaliyan Emîr Salar Davûdî ku di şopandina dozê de xwedî rolekî girîng bû ji Mijdara par heta niha di girtîgeha lêpirsînê ya Wezareta Îttîlaatê de girtiye ku vê dawiyê cezayê 15 salan ya girtîgehê ve hatiye mehkûmkririn. Di meha Gulanê ya par de ji aliyê şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşa Îranê bi cezyê 111 qemçî û 30 sal girtîgehê ve hatibû mehkûmkirin ku ji wan 30 sal cezayê girtîgehê 15 salê wê dikare pêk bê. Zeyneb Celaliyan di name û peyamên xwe de destgîrkirin, girtin û birîna cezayê ya ji bo parêzerê xwe bi tundî şermezar kiriye.