Hejmara kesên bi vîrûsê dikevin û dimirin her diçe zêdetir dibin

Hejmara kesên bi şewba Covîd-19 ketine gihişte 3 milyon û 238 hezar kesî, 228 hezar kes jî mirine. Tevî ku Tirkiye hejmara rastî diveşêre jî di rêza 7’ê de cih digire.

Her diçe hejmara kesên bi şewba Covîd-19 dikevin û dimirin li cîhanê zêdetir dibe. Hejmara kesên bi şewba Covîd-19 ketine gihişte 3 milyon û 238 hezar kesî, 228 hezar kes jî mirine.

Li DYE’yê hejmara kesên bi şewbê ketine 1 milyon kes derbas kir, 62 hezar kes jî mirin. Li Îtalya jî 27 hezar û 662 kes, li Spanyayê jî 24 hezar û 543 kes, li Fransayê 24 hezar û 87 kes, li Îngîltereyê jî 26 hezar û 97 kes mirine.

TIRKIYE

Li Tirkiyeyê li gorî daneyên duh 117 hezar û 589 kes bi şewbê ketine û 3 hezar û 81 kes jî bi mirine. Tevî desthilat daneyên rastî vedişêre jî lê li gorî daneyên Zanîngeha Hohns Hopkînsê di rêza heftan de ye.

Sekreterê Giştî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Bulent Nazim Yilmaz hişyarî da û got: “Sîstema tenduristiyê di refê de maye.”

LI TIRKIYEYÊ REWŞA GIRTÎGEHAN

Fikarên li ser girtiyên ku desthilatê ew terkî mirinê kirin her diçe jî zêdetir dibe.

Heyeta HDP’ê ya ku xwestin biçin serdana Girtîgeha Şakranê hatin astengkirin, daxwaza wan a hevdîtinê jî ji aliyê dozgerê dadgehê û rêveberiya girtîgehê ve hate redkirin.

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz diyar kir ku li 4 girtîgehan 120 girtî li ser wan korona hatiye tesbîtkirin, daxwaz kir ku Wezîrê Edaletê yê Tirk Gul girtîgehên ku korona lê derketin û kesên ku bi koronayê ketine nasnameyên wan diyar bike.

Nûnerê Tora Zarok li Girtîgehê ne Cansû Şkercî jî diyar kir ku di demê şewbê de tecrîd li girtîgehan giran bûye û kontrolkirin jî kêm bûye.

BÎLANÇOYA HINEK WELATAN

DYE

1 milyon 64 hezar kes pêketine

61 hezar û 670 kes jî mirine.

ÎTALYA

203 hezar kes pê ketine

27 hezar û 682 kes mirine.

SPANYA

236 hezar kes pêketine

24 hezar û 543 kes jî mirine.

FRANSA

166 hezar kes pêketine

24 hezar kes mirin

94 hezar jî tên dermankirin.

ELMANYA

161 hezar û 500 kes pêketine

6 hezar û 467 kes jî mirine.

BELÇÎKA

48 hezar û 500 kes pêketine

7 hezar û 594 kes jî mirine

30 hezar jî tên dermankirin.

HOLLANDA

39 hezar û 316 kes pêketine

4 hezar û 795 kes mirine.

SWÎSRE

29 hezar û 586 hezar kes pêketine

1 hezar û 716 kes mirine.

ÎRAN

94 hezar û 640 kes pêketine

6 hezar û 28 kes jî mirin.

RÛSYA

106 hezar û 498 kes pêketine

1 hezar û 73 kes jî mirine.