Însyatîfa Zarokên Agir rêze çalakî kirin

Însyatîfa Zarokên Agir li Yeşîlyûrt a Îzmîr, Umraniye ya Stenbol û li gel Denîzlî Markezefendî û Dîlovasî ya Kocellî bi aramanca protestokirina şandina cenazeyê gerîlayê HPG’ê Egîd Îpek ê bi rêya kargoyê rêze çalakî kirin.

Însyatîfa Zarokên Agir a daxuyaniyek nivîskî parve kir, li ser çalakiyên li Îzmîr, Denîzî, Stenbol û Koceliyê agahî da.

27’ê Nîsanê li semta Yekşîlyût a Îzmîrê mala ku ya faşîsatan bû û li gel polîsan kar dikir û madeyên hişbir difirotin hatiye şewitandin.

Însyatîfê ev agahî parve kirin: “28’ê Nîsanê Şaxa PTT û Turk Telekom a çar qat ku li Yenîmahalle ya navçeya Denizlî-Merkezefendî hatiye şewitandin. Tevî ku 16 wesayîtên agir vemirînê jî hatibe, lê demek dirêj nekarîn agir vemirînin û şaxa PTT’ê bû xwelî.

Xurdegeha li kolana Azaqde ya Umraniye ya Stenbolê jî hate şewitandin.

29’ê Nîsanê jî kargeha mobîlya ya li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê hate şewitandin.  Şewta ku li kargeha mobîlya ku li navçeya Herêma Pîşesazî ya Organîzeya Dîlovasi derket û demek kin mezin bû, ziyanên madî bi xwe re anî.”