Yekîneyên Tolhildanê: Desthilat û hevkar wê hedefa me bin!

Yekîneyên Tolhildanê ragihand ku wê her roj desthilata AKP-MHP’ê û navendên hevkarên wê di hedefa wan de bin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sorxwîn Roboskî û Şehîd Soro Amed têkildarî çalakiyên xwe daxuyaniyek nivîskî parve kirin.

Yekîneyên Tolhildanê di daxuyaniyê xwe de bal kişand ser çalakiyên li dijî desthilat û hevkarên wê û ev got: “Em ê her rojê navendekî we ya bazirganiyê bişewitînin. Bê şik û guman wê ne nirxên vê civakê, wê pereyên we yên hûn faşîst li ser raketine bişewitin û bibin xwelî. Ji ber ku her rojê em avahî û dewleta faşîst, avahiyê kapitalîst û hevkarên wê dikin hedef.

Di daxuyaniyê de bang li hevkarên desthilatê hate kirin û hate gotin ku hemû hişyarî hatiye kirin û hew hişyarî didin û ev tişt hate gotin: “Em ê hê zêdetir bikin hedef. Hemû kesên ximeta dewleta Tirk ku qirkirina Kurdan ferz dike, dikin; bila bizanin ku wê hesabê her bombe û guleya li Kurdistanê dikeve bi qat qat bê xwestin. Dîsa em hemû xebatên abori yên her kesên ku dijminahiya Kurdan dikin û dikevin nava şerê taybet û dixwazin şerê birakujiyê derbikeve dizanin û wê bersiva pêwsît ji bo wan bê dayîn.”

Di dewama daxuyaniyê de Yekîneyên Tolhildanê şehîdên Zînî Wertê bibîr anî û got: “Em li gel yên ji bo Yekîtiya Netewî pêk werin cih digirin. Rêbertî şêwazê me yê jiyanê ye.”

Li ser çalakiyan jî Yekîneyên Tolhildanê ev agahî parve kirin: 29’ê Nîsanê saet 18.30’î li dijî navenda bazirganiyê ya Stenbol a li Mahmûtbey a Bagcilar a Stenbolê çalakiyeke ya sabotajê kirine, ev navend bi saetan şewitiye û bûye xwelî.

29’ê Nîsanê saet 06:30’î li dijî pîşesaziya hilberîna mekîne ya li derdorî herêma Akçabûrgaz a Esenyûrt a Stenbolê jî çalakiyeke ya sabotajê hatiye kirin. Herêma Pişesaziyê bê kêr bûye.”