ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li welatên ku jin wan bi rê ve dibin, têkoşîna li dijî şewbê hîn serketî ye
Li gorî lêkolînekê, welatên ku jin serokwezîr an jî serokê wê ne, di krîzên tenduristiyê yên global de polîtîkayên hîn bi lez, bi biryar û kêmkirina mirina mirovan derdixin pêş. -
Pirtûkhezên Elman 'Sosyolojiya Azadiyê' nîqaş dikin
Komek ji pirtûkhezên Elman ku fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bala wan kişand, ji bo xwendin û nîqaşkirina pirtûka bi navê "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk 3- Sosyolojiya Azadiyê" koma xwendinê ava kir. -
ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Polîsan daxuyaniya HDP’ê ya li Bakirkoyê asteng kir
Daxuyaniya HDP’ê ya di çarçoveya ‘Bernameya Têkoşîna Demokratîk’ a dixwestin li Qada Azadî ya Bakirkoyê bidin, li ser hinceta qedexeya qeymeqamtiyê hate astengkirin. -
Gor xirakirin, piştre jî bang li malbatan kir ku îfade bidin
Li navçeya Erdîş a Wanê piştî ku gora gerîlaya HPG’ê Fatma Încî ji aliyê leşkeran ve hate xirakirin û şûnde, bang li malbatê kir ku biçe qerqolê îfade bidin. -
Li otobana Elmanyayê qeza, li gorî dozgeriyê 'êrişa Îslamî'
Li paytexta Elmanya Berlînê, kesekî li ser otobanê bû sedema gelek qezayan. Hate ragihandin ku 6 kes birîndar bûne ku rewşa sê ji wan giran e. -
Li dijî qetlîama Hanaûyê wê li Elmanyayê çalakî were lidarxistin
KON-MED ji bo meha 6’an a qetlîama li Hanaûyê wê çalakiyan li dar bixe. Bernameya çalakiyan hate diyarkirin. -
Mizrakli: Cezayê sedsalî jî bidin em ê dev jê neqerin
Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Dr. Adnan Selçûk Mizraklî got ,''Walîyên mêtinger bînin ser şaredariyan jî, me bigirin û bi sedan salan ceza bidin jî em ê dev ji têkoşîna xwe neqerin.'' -
Cenazeyê Î.E. di bin zexta polîsên Tirk de hate veşartin
Cenazeyê keça ciwan Î.E. ku leşkerê Tirk Mûsa Orhan destdirêjî li wê kiribû û piştî vê yekê hewl dabû xwe bikuje, li nexweşxaneya ku tedawî dibû, duh mir. Î.E bi ablûkeya polîsên Tirk hate veşartin. -
'Armanca hevdîtinên Tirkiye û Qeterê parçekirina Lîbyayê ye'
Hevdîtinên Wezîrên Parastinê yên Tirkiye û Qeterê li Lîbyayê bû sedema nerazîbûnan. Hate ragihandin ku Tirkiye û Qeterê peymanek bi hikumeta El Wîfaq re mohr kirine, ku li gorî wê peymanê Misrata wê bibe baregeheke deryayî ya Tirkiyeyê. -
Dadgerê Elman ceza li Kurdekî birî
Têkildarî siyasetmedarê Kurd Mazhar Tûran ku li Koblenzê tê darizandin, dadger destpêkê got 'Naşibe terorîstan' piştre jî ji qanûna li ser 'endametiya rêxistina terorê' 2 sal û 6 meh ceza lê birî. -
ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Însyatîfa Zarokên Agir li 4 bajaran çalakî kirin
Însyatîfa Zarokên Agir li Îzmîr, Edene, Denîzlî, Çanakkale û Tekîrdagê gelek milkên ‘faşîstan’ şewitandin. -
El Ahram: Dema kampanyayeke mezin a ji bo azadiya Ocalan e
Ji edîtor û nivîskarên rojnameya herî kevn a rojane ya Misrê Al Ahram Dr. Fethî Mahmood di gotara xwe ya vê hefteyê de cih da Kurdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
HDP: Em qeyûman bişînin baxçeyê Qesrê
HDP'ê têkilî desteserkirina şaredarîyan rapor hazir kir. Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Garo Paylan got li dijî darbeyên li Kurdistanê li aliyê Tirkiyê helwesteke hewce nehatiye nîşan dan û got, ''Em qeyûman bişînin baxçeyên qesrê.'' -
Şen: Çavikên Mûnzirê îbadetxaneyên me ne
Sekreterê Giştî yê DEDEF'ê Hasan Şen got ji bo hinan Mescîd-î Aksa îbadetxaneyeke çawa be ji bo Dersimiyan jî Çavikên Mûnzirê wiha ye. -
Serokên baroyan serdana Tîmtîk û Unsal kirin
Serokên gelek baroyan serdana parêzerên girtî Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal kirin ku di rojiya mirinê de ne. -
Parêzeran ji bo dîtina Ocalan serî li rayedaran dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
HDP: Çareserî bi bidawîkirina tecrîdê dibe
Di encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya hDP'ê de hate ragihandin ku desthliatariya AKP-MHP'ê bi şer û dagirkeriyê hewl dide li ser piyan bimîne. HDP'ê destnîşan kir, çareseriya pirsgirêka Kurd bi bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê pêkane. -
AKP li Elmanyayê xwe çawa birêxistin dike
Desthilatdariya AKP û MHP’ê li Elmanyayê di bin navên cihê de ji konsolosxaneyan heta komele, camî û lobiyan xwe birêxistin dikin. Li Elmanyayê bi hezaran sîxurên Tirkiyeyê hene. -
Li Colemêrgê terora dewletê: 12 Kurd hatin girtin
Edaleta Tirk 12 ji 13 kesên li Colemêrgê hatibûn destgîrkirin, girt. -
MŞD'ê bang kir: Bi dijminê Êzidiyan re hevkariyê nekin
MŞD'ê bal kişand ser êrişkarî û polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û diyar kir, ku hin saziyên bi navê Êzidiyan tevdigerin, hevkariyê bi dewleta Tirk re dike. MŞD'ê bang li civaka Êzidî kir ku di vê der barê de hişyar bin. -
Nobedarên vê hefteyê koma ji Oldenbûrgê ye
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê komek ji bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê ye. -
'Divê hikumeta Swêdê, PKK'ê ji lîsteya terorê derxîne'
Nivîskar û rojnamevanê li Swêdê naskirî Jan Gûllîoû diyar kir ku daxwaza Kurdan a ji bo azadiyê û derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' daxwazeke mafdar e. -
ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.