ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Dr. Kamûran Berwarî û Dr. Hîşam Zêbarî yên ji eşîrên Berwarî û Zêbarî yên Heftanînê, li ser sedemên êrişên dewleta Tirk ên li ser Heftanîn û Bradostê axivîn.

Civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê 24'ê Tebaxê bêyî Kurdan û nûnerên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li Cenevreyê dest pê dikin. Hevdîtinên ku wê di salvegera 4'an a dagirkeriya dewleta Tirk de dest pê bikin, dîsa wê têk biçin.

Komek ji pirtûkhezên Elman ku fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bala wan kişand, ji bo xwendin û nîqaşkirina pirtûka bi navê "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk 3- Sosyolojiya Azadiyê" koma xwendinê ava kir.

Dewleta Tirk li sînorê Wan-Rojhilat, bi îdîaya pêşîgirtina li koçberên ji aliyê Îranê ve tên, dîwar lê dike.

Dema ku min ew nû dît û gotinên wî bihîst, min got, "Ev rûyê rast ê gelê Başûr e." Gerîla Agît Çiya bû rûyê Başûr ê Cenga Heftanînê.

Li gorî lêkolînekê, welatên ku jin serokwezîr an jî serokê wê ne, di krîzên tenduristiyê yên global de polîtîkayên hîn bi lez, bi biryar û kêmkirina mirina mirovan derdixin pêş.