Mizrakli: Cezayê sedsalî jî bidin em ê dev jê neqerin

Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Dr. Adnan Selçûk Mizraklî got ,''Walîyên mêtinger bînin ser şaredariyan jî, me bigirin û bi sedan salan ceza bidin jî em ê dev ji têkoşîna xwe neqerin.''

Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Dr. Adnan Selçûk Mizraklî yê rehîn, ji Girtîgeha Bûnyayê bi wesîleya salvegera Darbeya Qeyûm a 19'ê Tebaxê peyam şand.

Mizrakli got, ''Hûn walîyê mêtinger bînin jî em ê dev jê neqerin: Gotina dawî wê berxwedêr bibêjin.'' Mizraklî her wiha got dewleta Tirk bi hinceta darbeya 15'ê Tîrmehê hêza bêsînor a ku bi dest xistî li Kurdistanê bi qeyûman bi cih anî.

Mizrakli bi berdewamî got, ''Bi tinekirina destkeftiyên civakî, ev ferzkirina qirkirinê ya li gel bû. Ji ber vê şaredariyên ku bi destê waliyên mêtinger ve têne rêvebirin pêşî êrîş bi ser jinê de anîn. Belê, qase hatin valakirin lê kesên ku êrîşê bînin ser dîrok, çand û zimanê gel kêm nebûn. Hemû saziyên li ser vê qadê hatin girtin. Bi deh hezaran mirov ji kar û barê xwe bûn. Deynên bi milyonan lîre hatin hiştin.''

Mizraklî her wiha got, ''Walîyên mêtinger bînin ser şaredariyên gel jî, me kesên ku hatine hilbijartin bigirin û bi sedan salan ceza bidin jî em ê dev ji têkoşîna xwe nqerin. Ti demê em ê bawerîya xwe ya bi têkoşîna demokratîk winda nekin û bi têkoşîna demokratîk komarê demokratîk bikin. Dîroka mirovahiyê her carê nîşan daye ku gotina dawî her demê berxwedêr dibêjin. Gotina me ya dawî li dijî van qirkirin û komkujiyan ev gel li ber we wê serê xwe netewîne û bi berxwedana xwe siltaniya zaliman hilweşîne.''