Tevgera Niştîman a Lîbyayê Tekez kir ku her du wezîrên parastinê yê Tirkiyê û Qeterê bi hevdîtina ku li paytexta Lîbyayê (Terablûs) ya ku di vê demê de pêk anîn re “Xwestin bi wê hevdîtinê şemaqekê nû li nava rûyê hikûmeta Sexîrat ya ku itîbar û zanista xwe winda kiriye, di heman demê de di sala 2011’an de heqaret li hest û berxwedana gelê Lîbyayê û şehîdên ku bi xwîna xwe hewildan ku welatê xwe ji destê dagirkeriya Tirkiyê û Îtalîyayê biparêzin kirine. Wê rojek vere ku yên destê wan di xwîna zarokê gelê Lîbyayê de ne, bi pilanekê wê şerekî li hember gelê Lîbyayê di nava payîtexta Lîbyayê de bidin destpêkirin û erd û milkên wan yê ku deshihlata Elwîfaq xistiye bin destên wan desteser bikin. Çiqas ciwanên Lîbyayê di vî şerî de xwîna wan were rijandin jî ne di xema serxweşên deshilatariyê de ye.”
Di vê rêya ku hikûmeta bi navê Elwîfq hilbijartî de, her roj tekez dike ku tu sînor ji teqîna wê ya siyasî û exlaqî re nîne. Yên ku bûn sedema anîna çeteyan ya bi pereyên petrola Lîbyayê, vê gelê Lîbyayê bidin kuştin. Kirêdayîna ava herêmê, çavkaniyên gaza xwezayî û petrolê ji Tirkiyê re hate dayîn. Radestkirina sazî û dezgehên pêşeng yên Lîbyayê ji şirketên Tirkiyê re hat radestkirin. Her çiqasî hewildanên hikûmeta Elwîfaq ji bo parastina pereyên Tirkî hebe jî lê nikare vê yekê bi rêya tîcareta derve pêk bîne.
Roj bi roj buhaya dînarê Lîbyayê bilind dibe û pêre jiyana gel zehmet dibe û di sûkê de buhabûneke li hemberî gelê Lîbyayê yê ku di bin desthilatdariyê de ne pêş dikeve. Ev yek jî dibe muxalîfê îrade, berjewendî û aramiya herêmê.
Berdevkê Tevgera Niştîmanî ya Lîbyayê Nasir Seîd di dauyaniya dayî de wiha got: “Em wek Tevgera Niştîmanî ya Lîbyayê gihiştine wê encamê ku rewşa heyî gihişte astekê ku êdî seransertî û bêrêziyekê mezin li hemberî hestên gelê Lîbyayê û îtîbara wan ya li ser axa wan heye. Ji bo me diyar bû ku çareseriya aştiyane bi wan çete û milîsan re ne pêkane. Ji bo wê pêwîste ku gelê Lîbyayê vê yekê baş bizane û fam bike ku piratîka wan kesan metirsiyeke mezin li ser pêşeroja Lîbyayê û zarokên wê ava dike. Pêwîste ku gelê Lîbyayê di nava vê pêvajoyê de Bi rola xwe ya berxwedanê rabe. Di heman demê de pêwîste ku hêzên Niştîmanî yên ku baweriya wan bi pirsgirêka gelê Lîbyayê û mafên wê yê avakirina pêşeroja xwe ya dûrî deshilatdaran û rêxistinên çetewarî heye, divê bikeve tevgerê. Divê li himber vê heqaretên ku rûmeta gelê Lîbyayê binpê dike, xwedî helwesteke diyarkerbin.”
Li ser vê bingehê hikûmeta Elwîfaq ya Lîbyayê diyar kir ku di roja Duşemê de wê desteka leşkerî ji bo Terablusê bê dayîn.