Di lêkolîna Center for Economic Polich Research û Forûma Aboriyê ya Cîhanê (WEF) de asta serketinê ya welatan a di têkoşîna dijî şewbê de hate nirxandin.
Di lêkolînê de, hejmara mirovên ji destpêka şewba Covîd-19 û vir ve bi nexweşiyê ketine û hejmara yên jiyana xwe ji dest dane hatin lêkolîn. Li gorî vê yekê welatên ku ji aliyê jinan ve tên birêvebirin di têkoşîna dijî şewbê de bêhtir serketî ne.
Di lêkolînê de hate destnîşankirin, Elmanya, Zelanda Nû, Danîmarka, Taywan û Fînlandiya ku jin serokwezîrê wan e, di têkoşîna dijî Covîd-19 de hîn serketî ne.
Rojnameya The Gûardîanê detayên lêkolînê parve kir. Di taybetî bal hate kişandin ser tedbîrên li dijî krîza tenduristiyê ya li welatên navborî. Li gorî vê yekê, di navbera welatên ji aliyê mêran û jinan ve tên birêvebirin ji aliyê bersiva siyasî ya li şewbê, cudahiyên mezin hene.
Di lêkolînê de hate ragihandin ku welatên ji aliyê jinan ve tên birêvebirin li dijî mirinên gengaz ên ji ber şewbê, bi biryar û zû biryar dane.
Yek ji van jî biryara qedexeya derketina derve ye ku rêveberên jin hîn zû biryara vê yekê dan, rêveberên mêr jî bêhtir dereng ketin.