AKP li Elmanyayê xwe çawa birêxistin dike

Desthilatdariya AKP û MHP’ê li Elmanyayê di bin navên cihê de ji konsolosxaneyan heta komele, camî û lobiyan xwe birêxistin dikin. Li Elmanyayê bi hezaran sîxurên Tirkiyeyê hene.

Di demên dawîn de xebatên desthilatdariya AKP û MHP’ê yên li Elmanyayê di rojevê de ye. Di dawiya vê Hezîranê de li Viyanayê ya ku paytexta Evûstûryayê ye bi organîzekirina saziyên ku AKP û MHP piştgiriyê didin wan, êrîşên faşîst hatibûn kirin. Êrîş di 24’ê Hezîrana 2020’an de dest pê kiribû û bi qasî çar rojan domiyabû. Saziyên ewlekariyê yên Evûstûryayê çar êrîşkar tespît kiribûn.

Ev çar kesên ku nasnameyên wan nehate eşkerekirin û li ser wan lêpirsîn hate destpêkirin yek jê li komeleya MHP’ê ya li Elmanyayê û her sêyên din jî rêveberê komeleyên nêzî AKP û MHP’ê bûn. Ev her çar kes têkiliya wan bi MÎT’ê heye û di xwepêşandana jinan de ya di 26’ê Hezîranê de provokasyon û êrîşa faşîst organîze kirin.

Bi heman awayî di dawiya meha Tîrmehê de derket holê ku komên ‘Ulkucî’ yên bi MÎT’ê re tevdigerin ketine nav artêşa Elmanyayê. Servîsa Îstîxbarata Leşkerî ya Elmanyayê diyar kiribû wna çar leşkerên di nav artêşa Elmanyayê de bi hinceta ku têkiliya wan bi tevgera ‘Ulkucî’ heye lêpirsîn daye destpêkirin. Hikumetê bi xwe ev agahî dabû. Di heman rojan de saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê Teşkîlata Parastina Destûra Bingehîn jî Komeleya Çand û Îslamê ya Evrûpayê (ATÎB) jî xistibû saziyên Tirk ên ‘xetere’ ne û divê werin şopandin. Derketibû holê ku Elmanyayê li dijî hin meleyên DÎTÎB’ê lêpirsîn daye destpêkirin lê rêveberiya Berlînê alîkariya maddî ya ji bo vê saziyê qut nekiribû.

Ji bo rejîma Erdogan gelo Elmanya çima evqasî girîng e? Ji bo AKP’ê Elmanya yek ji ciha herî girîng e. Ji aliyekî ve li Elmanyayê 1,5 milyon kes dikarin dengê xwe bidin hilbijartina li Tirkiyeyê û li Elmanyayê jî milyonek kes dikarin dengê xwe bidin hilbijartinên li Elmanyayê.

Bêguman yek ji qada herî girîng jî sîxurî ye. Konsolosxane, camî, komele, banka û acentayên gerê jî wekî şaxeke MÎT’ê dixebitin. Agahiyên derbarê Kurdan û mûxalifên rejîma Erdogan tên komkirin û ji Enqereyê re tê şandin.

NELIRÊTIYA 100 MILYON EÛRO

‘Mîllî Goruş’ a ku ji nîveka salên 1970’î li Elmanyayê xwe birêxistin kiribû û nêzî 600 camiyên wê hene ji bo AKP’ê bû firsend. AKP’ê alîgirên Mîllî Goruşê ji xwe re wekî depoya dengan dît û bexşên bi milyon eûroyan kete kaseya AKP’ê. Dozgeriyê di sala 2008’an de girte ser buroyên Mîllî Goruşê û di sala 2013’an de tespît kir ku herî kêm 100 milyon eûroyan nelirêtî hatiye kirin.

Hestên dînî yên koçberên Misilman hate sûîstîmalkirin û bi armanca fitre, zekat û qurbanê ji AKP’ê re şandin. Va ye qadên ku AKP’ê xwe di nav wan de birêxistin kiriye.

ÛETD

Yekîtiya Demokratên Tirk a Ewropayê (ÛETD) wekî lobiya AKP’ê ya li Ewropayê dixebite. ÛETD’ê di sala 2018’an de navê Tirk ji saziya xwe derxist. Ji ber ku piştî sala 2018’an Teşkîlata Parastina Destûra Bingehîn ev sazî dişopand. Vê saziyê çeteyên çekdar birêxistin dikir û li dijî Kurd û mûxalifan xwepêşandan organîze dikir.

A niha li 17 welatan 253 şaxên wê heye. Komeleya Denîz Fenerî ya ku di sala 1999’an de li Elmanyayê hatibû damezirandin di navbera salên 2002-2007’an de bi qasî 41 milyon eûro bexş kom kiribû. Di lêpirsînên Elmanyayê de şopa van bexşan diçû ser ÛETD’ê. Heta sala par jî ji bo girtina AKP’ê yek ji argumana herî mezin bû. Li gorî belgeyên ku piştre derketin holê bi wan pereyan ÛETD hatibû avakirin.

DÎTÎB

Yekîtiya Turk Îslam a Karên Diyanetê ku girêdayî Diyaneta Tirk e û li Elmanyayê nêzî 900 camiyên wê heye, yek ji şaxa herî mezin a rejîma AKP’ê ye. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê gelek mele bi hinceta ku têkiliya wan bi cemaeta Gulen heye ji kar hatibûn avêtin. Rêveber û meleyên DÎTÎB’ê bi taybet tên hilbijartin û dişînin Elmanyayê. Yek ji peywira sereke ya meleyan sîxurî û propaganda ye.

Di salên dawîn de bi gelek belgeyan derket holê ku DÎTÎB wekî saziya îstîxbaratê ya rejîma Erdogan dixebite. Ev mele agahiyên derbarê mûxalifên rejîma Erdogan ji konsolosxaneyan û MÎT’ê re dişînin. Di sala 2017’an de dema ku navbera Merkel û Erdogan xera bûbû, derbarê 19 peywirdarên DÎTÎB’ê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Yek ji peywira meleyên DÎTÎB’ê jî ev e ku propagandaya desthilatdariya AKP û MHP’ê bike. Di dema êrîşên li ser Efrînê de li hemû camiyan ‘Sûreya Fetîhê’ hatibû xwendin. Camiyên girêdayî DÎTÎB’ê ji bo çeteyên DAÎŞ’ê jî yek ji qadên xwerêxistinkirinê ye. Kanala televîzyona dewletê ARD’ê di sala 2015’an de belgefîlmek weşandibû û diyar kiribû ku li camiyên DÎTÎB’ê xebatên ji bo DAÎŞ’ê tê kirin.

KONSOLOSXANE

Li bajarên Berlîn, Dusseldorf, Essen, Frankfûrt, Hambûrg, Hannover, Karslrûhe, Koln, Maînz, Munîh, Nurnberg û Stûttgartê konsolosxaneyên Tirk hene û ev konsolosxane wekî şaxên desthilatdariya AKP û MHP’ê dixebitin. Peywira herî sereke ya van konsolosxaneyan ev e ku ji bo dewleta Tirk xebatên lobiyê bikin û ji bo MÎT’ê agahiyan kom bikin.

BANKA Û ŞÎRKETÊN PARAVAN

Yek ji tora îstîxbaratê ya desthilatdariya AKP û MHP’ê jî banka, acentayên gerê û şîrketên paravan e. Gelek caran derketibû holê ku kesên ji ser bankaya Zîraat û Îşbankê pereyan ji Tirkiyeyê re dişînin agahiyên wan diçin ber destê MÎT’ê. Di sala 2014’an de polîsên Elman derbarê sê xebatkarên MÎT’ê operasyonek dabûn destpêkirin û derketibû holê ku acentaya gerê wekî şaxa MÎT’ê dixebite. Hatibû deşîfrekirin ku pergala komkirin û şopandina agahiyan li ser şîrketeke paravan a li Mannheîmê hatibû kirin.

PARTIYÊN ELMANYAYÊ

Partiya Demokratên Sosyal (SPD) ji zû ve ye wekî ‘Partiya Tirkan’ tê naskirin. Serokwezîrê ji SPD’ê Gerhard Scroder yê ku di navbera salên 1998 û 2005’an de li ser desthilatdariyê bû dostê nêz ê Erdogan bû. Sîgmar Gabrîel ê ku hate şûna wî, wî jî ev kevneşopî domand. Di salên dawîn de derket holê ku AKP’yî ketine nav partiya CDÛ ya Angela Merkel û Partiya Keskan.

AKP’yiyên di nav CDÛ de bi navê ‘Misilmanên di Yekîtiyê’ de komek ava kirin. Tê diyarkirin herî kêm 30 hezar endamên vê komê heye. Ev kes ji bo Erdogan dixebitin. Li hin eyaletan AKP’yiyên endamên Partiya Keskan jî hene. Di heman demê de alîgirên rejîma Erdogan bi avê Tifaqa Demokratên Elman (ADD) partiyek ava kirin. Serokê vê partiyê yek ji alîgirê radîkal ê Erdogan, Remzî Arû ye. Tê diyarkirin ku 2500 endamên vê partiyê hene.

ÇETEYÊN ÇEKDAR

Çeteyên ‘Osmanen Germania’ (Osmaniyên li Elmanyayê) di sala 2014’an de wekî kluba boksê hatibûn avakirin. Lê ji ber bûyerên şîddetê û amadekariyên sûîakstê ev kom di rojeva Elmanyayê de bû. Vê koma çekdar di Tîrmeha 2018’an de ji aliyê Wezîrê Karê Navxweyî Horst Seehofer hate qedexekirin. Lê ev çete bi navên cihê li gelek bajaran xebatên xwe didomînin.

Di Kanûna 2017’an de li gorî hin qeydên deng ên di çapemeniyê de parlementerê AKP’ê Metîn Kulunk ji bo kirîna çekan gelek caran pere ji serekeyên van çeteyan şandiye. Hatibû tespîtkirin ku van çeteyan ji bo ku li dijî Kurdan bi kar bînin gelek çek kirîne. Serekên çeteyan Mehmet Bagci û Selçûk Şahîn di sala 2018’an de hatibûn girtin.

Ev çeteyên ku hatibû tespîtkirin ji bo rejîma Erdogan dixebitin bi tenê ji ber sûcên edlî ceza li wan hate birîn. Amadekariya sûîkasta li dijî mûxalifên rejîma Erdogan ne ji aliyê dozger û ne jî ji aliyê heyeta dadgehê hate qalkirin. Levent Ûzûndal ê ku serekê çeteyan ê li Stûttgartê bû 6,5 sal ceza lê hate birîn. Mehmet Bagci yê ku xwe wekî Serokê Cîhanê yê Osmaniyen li Elmanyayê dida naskirin û wêne derketibû holê ku li Qesra Erdogan hatiye ezimandin jî 3 sal û 4 meh ceza lê hatibû birîn.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku Tirkiyeyê bi rejîmeke faşîst bi rê ve dibe, herî zêde ji Elmanyayê piştgiriya ji derveyî welat a maddî û manewî distîne. Rêveberiya Berlînê jî dizane ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li Elmanyayê toreke mezin a rêxistinkirin, propaganda û sîxuriyê ava kiriye.