Gor xirakirin, piştre jî bang li malbatan kir ku îfade bidin
Li navçeya Erdîş a Wanê piştî ku gora gerîlaya HPG’ê Fatma Încî ji aliyê leşkeran ve hate xirakirin û şûnde, bang li malbatê kir ku biçe qerqolê îfade bidin.
Li navçeya Erdîş a Wanê piştî ku gora gerîlaya HPG’ê Fatma Încî ji aliyê leşkeran ve hate xirakirin û şûnde, bang li malbatê kir ku biçe qerqolê îfade bidin.
Leşkeran gora gerîlaya HPG’ê Fatma Încî ya 17’ê Nîsana 2018’an di şerekî li navçeya Berwarî ya Sêrtê de şehîd bûbû û li Goristina Zortul a navçeya Erdîş a Wanê hatibû veşartin, rûxandin.
Leşkeran peyva “şehîd” û nasnavê li ser gora wê hatibûn nivîsandin kirin hincet û rûxandin.
Leşkerên ku gora Înce rûxandin, di heman demê de bang li malbata wê jî kirin ku biçin Qereqola Leşkerî ya Çelebibag îfade bide.
Malbat li ser vê yekê çû qereqolê û li qerolê pirsa çima “nivîs hatine nivîsandin” ji malbatê hat kirin. Ferdên malbatê yên li qereqolê îfade dan, dûre serbest hatin berdan.