El Ahram: Dema kampanyayeke mezin a ji bo azadiya Ocalan e

Ji edîtor û nivîskarên rojnameya herî kevn a rojane ya Misrê Al Ahram Dr. Fethî Mahmood di gotara xwe ya vê hefteyê de cih da Kurdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Edîtor û nivîskarê rojnameya Al Ahram Dr. Fethî Mahmood gotar xwe ya 17'ê Tebaxê ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re veqetand.

Dr. Mahmood bi berfirehî qala têkoşerî û berxwedêriya gelê Kurd a li Rojhilata Navîn kir û bi bîr xist ku di herikîna dîrokê de tevî ku gelek caran sozên ji bo avakirina welatekî serbixwe ji lîderên Kurdan re hatin dayin jî bi cih nehatin anîn û Kurd niha neteweya herî mezin a cîhanê ye ku li ser xaka xwe bêwelat e.

Dr. Mahmood anî ziman ku li Tirkiyeyê bi dehan caran êrişên komkujî, kuştin, qirkirinê li Kurdan hatiye kirin û got, "Kurdan li dijî vê komkujî, qirkirin û êrişên kuştinê, xwe bi rêxistin kirin û amûrên têkoşînê afirandin."

Nivîskar Dr. Fethî Mahmood pêngava PKK'ê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û anî ziman ku Ocalan bi hevkariya hêzên navneteweyî di 15'ê Sibata 1999'an de hate girtin û ji hingî ve li girava Îmraliyê di nava şert û mercên giran de ye.

Di nivîsa xwe de Dr. Mahmood got, "Ocalan li girtîgeha Îmraliyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên herêmî projeyên cidî afirand. Projeyên xwe jî bi navê parêznameyan weşand. Bi taybetî di parêznameya xwe de ya bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de rêyên çareseriyê û proje pêşkêş kir. Meşa wî ya li ser rêya fikrî gelek pêşketin afirand. Di proje û pêşniyarên xwe yên çareseriyê de li şûna têkoşîna çekdarî rêya aştiyane, demokratîk, diyalogê hilbijart û modela çareseriyê destnîşan kir. Dewleta Tirk bi şerekî mezin ê ji bo qirkirina Kurdan bersiv da van lêgerînên ji bo çareseriya aştiyane."

Dr. Mahmood diyar kir ku li gel polîtîkaya Tirkiyeyê ya ji bo paqijiya etnîkî, Ocalan ê 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye gelek caran destê çareseriya aştiyane û agirbestê dirêj kir û got, "Ji ber vê yekê jî dem hatiye ku ji bo azadiya Ocalan kampanyayeke mezin bê birêxistinkirin. Ne tenê Kurdên li welat û herêmên cuda, divê her kes tevlî vê kampanyayê bibin. Rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, hunermend, karker, kedkar ên li her devera dinyayê divê tevlî bibin û ji bo vê jî Komîteyeke Navneteweyî yan jî Koordînasyonek bê avakirin. Di heman demê de ji bo sûcên rejîma Tirkiyeyê yên li dijî mirovahiyê eşkere û ceza bike, divê pêkanînên pêwîst bên ferzkirin. Divê karekî xurt bê kirin û sîstema Erdogan ji holê bê rakirin.

Ocalan niha weke Nelson Mandela ku li Efrîkayê weke lîderê aştiyane û azadiyê tê naskirin ku li dijî rejîma faşîst û dîktatoriya li Efrîkaya Başûr têkoşiya, ew jî hem ji bo gelê Kurd, hem jî ji bo gelên bindest ên li Rojhilata Navîn lîdereke ku modela çareseriya demokratîk û aştiyane pêşkêş dike. Bi vî rengî tê naskirin û qebûlkirin. Ji ber ku Mandela hîn di zindanê de bû ji bo çareseriya pirsgirêkên li welatê xwe bi rêyên demokratîk û aştiyane têkoşiya û hîn li zindanê bû bû lîderê welatê xwe. Ji bo Ocalan jî bi heman rengî be pêwîstî bi kampanyayeke navneteweyî heye."