Di Nîsana derbasbûyî de li welatên ku Elmanî lê tê axaftin; li Elmanya, Awûstûrya û Swîsreyê, Weşanxaneya Ûnrast pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk 3 - Sosyolojiya Azadiyê" (Manifests der demokratischen Zivilisation 3- Soziologie der Freiheit) çap kiribû.
Di vê beşa rêzepirtûkên Ocalan de, hêza çêker û hilweşîner a mejî, mejî û exlaq, mejî û bawerî, exlaq û civaka exlaqî, destketiyên hêzên li dijî sîstemê û têkçûnên, sedemên vê yekê yên dîrokî û civakî tên nirxandin. Di vê berhema Ocalan de her wiha xeta entelektuel, exlaqî, polîtîk û têkoşînê jî tê destnîşankirin.
KOMA XWENDINÊ LI HER KESÎ VEKIRIYE
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, komek ji pirtûkhezên Elman bi pêşengiya komeleya NAV-DEM'ê komeke xwendin û nîqaşkirina pirtûkê ava kir. Kom wê li ser înternetê her roja Çarşemê saet di 19:30 de li hev kom dibe û her kesên dixwazin dikarin bi rengekî zindî tevlî bibe. Heta niha nîvê pirtûkê hatiye xwendin.
Armanc ji avakirina vê komê ew e ku nêrînên Ocalan bên xwendin, nîqaşkirin û bi vî rengî baş bên fêhmkirin.
Mirovên dixwazin dikarin bi rêya vê lînkê tevlî komê bibe: