Li navçeya Qubînê ya Êlihê, keça ciwan Î.E. (18) ku leşkerê Tirk Mûsa Orhan destdirêjî li wê kiribû, di 16’e tîrmehê de hewl dabû ku xwe bikuje. Î.E. duh li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, mir. Cenazeyê Î.E. piştî otopsiye, bi ablûkaya polîsên Tirk li Goristana Asrî ya Êlihê hat veşartin.
ÊRÎŞA POLÎSÊN TIRK
Polisên Tirk ji bilî malbatê destûr neda ku tu kes tevlî merasîma cenaze bibe. Polisan ji parlamenter, partiyên siyasî, parastvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên sivîl re bûn asteng. Girseya ku li ber goristanê li hev kom bûn bertek nîşanî vê helwesta polisan dan. Li ser vê yekê polisan mudaxaleyî Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş û koma li cem kir.
Cenaze ji aliyê malbatê ve hat definkirin.