Dadgerê Elman ceza li Kurdekî birî
Têkildarî siyasetmedarê Kurd Mazhar Tûran ku li Koblenzê tê darizandin, dadger destpêkê got 'Naşibe terorîstan' piştre jî ji qanûna li ser 'endametiya rêxistina terorê' 2 sal û 6 meh ceza lê birî.
Têkildarî siyasetmedarê Kurd Mazhar Tûran ku li Koblenzê tê darizandin, dadger destpêkê got 'Naşibe terorîstan' piştre jî ji qanûna li ser 'endametiya rêxistina terorê' 2 sal û 6 meh ceza lê birî.
Hezîrana 2019'an polîsên Elman li eyaletên Rheînland-Pfalz û Hessenê avêtibûn ser malên gelek aktîvîst û siyasetmedarên Kurd û komeleyên Kurdan. Di operasyona polîsên Elman de ku ne kêmî serdegirtinên polîsên Tirk bû, siyasetmedarê Kurd Mazhar Tûran hatibû destgîrkirin. Mazhar Tûran li bajarê Gîessenê di serdegirtina mala xwe de hatibû destgîrkirin.
Ji Sibata sala bihûrî ve li Dadgeha Eyaletê ya Bilind a li bajarê Koblenzê dihate darizandin. Doh rûniştina biryardanê pêk hat. Dozger bi hinceta xala 129b a Destûra Bingehîn a Elman îdîa kir ku Tûran 'endamê rêxistineke terorê ye' û xwest 3 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê bê birîn.
Tûran jî di parastina xwe de diyar kir ku ew ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dixebite û sûcdariyên ku lê dihate kirin red kir. Tûran anî ziman ku wî heman têkoşîn li Kurdistanê jî meşand, hêzên dewleta Tirk êşkence lê kirin û 7 salan li girtîgehê ma. Tûran got, "Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd rewa ye û nabe ku bi terorîzmê re pêwendiya xwe bê danîn."
GOTIN 'TEVLÎ TUNDIYÊ NEBÛYE' LÊ DÎSA JÎ CEZA LÊ BIRÎN
Piştî parastina dawî ya Tûran, heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Heyeta dadgehê diyar kir ku siyasetmedarê Kurd Tûran di dema karên siyasî yên li Elmanyayê de tevlî ti bûyereke tundiyê nebûye, zext li kesî nekiriye û got, "Ji xwe terorîst ne bi vî rengî ne." Heyeta dadgehê tevî vê tespîtê jî îdîayên dozgeriyê li ber çavan girt û xala 129 a Destûra Bingehîn a Elman kir hincet û 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Tûran birî.
Komeleya Azadî ku ji aliyê hiqûqî ve şêwirmendiyê ji Kurdên li Elmanyayê re dike û piştgiriyê dide girtiyên siyasî, nerazîbûneke tund nîşanî cezakirina Tûran da. Komeleya Azadî ragihand ku ew li bendê bûn ku Tûran bê berdan û diyar kir, "Di sûcdariyên dozgeriyê de ti nîşaneyeke rastiyê nîne. Biryara dadgehê jî ne li gorî hiqûqê hatiye dayin, biryareke siyasî ye."
Tevî doza Tûran li Stûttgartê Veysel Satilmiş, Ozkan Taş, Agît Kûlû, Cîhan Aydin û Evrîm Atmaca, li Hambûrgê jî Mûstafa Çelîk dihatin darizandin. Ji bo van dozan jî xala 129b weke hincet hate nîşandan. Hîn jî biryar li ser wan dozan nehatiye dayin. Darizandina 4 aktîvîstên Kurd li Stûttgartê ku ji ber betlaneya havînê navber jê re hate dayin, wê 17'ê Îlonê ji nû ve dest pê bike. Rûniştina doza Mûstafa Çelîk jî wê di 7 û 9'ê Îlonê de bê kirin.