ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Hiqûqnasan tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin û diyar kirin, bi rapora CPT re tecrîd piştrast bûye.
Têkildarî siyasetmedarê Kurd Mazhar Tûran ku li Koblenzê tê darizandin, dadger destpêkê got 'Naşibe terorîstan' piştre jî ji qanûna li ser 'endametiya rêxistina terorê' 2 sal û 6 meh ceza lê birî.
Ciwanên Kurd ên tevlî nava refên gerîla bûn gotin, "Tevlîbûna me bersiva herî mezin a li dijî Soylû ye."
Qeyûmê li Colemêrgê, bajarê ku nifûsa xwe 300 hezar kes e bêav hişt. Bi mehan e ava paqij bi destê şêniyan nakeve.
Hejmara koçberên ku dixwazin ji Derya Manşê derbasî Îngilistanê bibin, dema dawî zêde bûye. Koçberên ku her du welat wan qebûl nakin, beriya ku jiyana xwe bixin rîskê, di nava şert û mercên dijî mirovahiyê de tên hiştin.
Li Brezîlyayê, şêniyên xwecihî ku bi krîza şewbê re bi tenê hatine hiştin, çalakiyên xwe dewam dikin.