Li otobana Elmanyayê qeza, li gorî dozgeriyê 'êrişa Îslamî'

Li paytexta Elmanya Berlînê, kesekî li ser otobanê bû sedema gelek qezayan. Hate ragihandin ku 6 kes birîndar bûne ku rewşa sê ji wan giran e.

Bûyer êvara Sêşemê qewimî. Li gorî AFP'ê, dozgeriya herêmî ragihand ku ev yek 'Êrişeke Îslamî' ye.

Di qezayan de 6 kes birîndar bûn ku rewşa 3 ji wan giran e.

Gelek medyayên li Elmanyayê ragihand ku kiryar kesekî Iraqî yê 30 salî ye û dema ji wesayitê derket bi gotina "Allahû Ekber" qîriya.

Li gorî rojnameya Berlîner Zeîtûng, êrişkar bi zanebûn li gelek motorsîkletan qelibiye.

Polîsan diyar kirin ku di wesayita êrişkar de madeyeke xetere hatiye dîtin. Hate ragihandin ku di wesayita êrişkar de qutiyek ji fîşekan û bombeyek hebû.

Tê gotin ku êrişkar berê li nexweşxaneyeke psîkiyatrî ya li Berlînê mabû û wê rewşa wî ya tenduristiya derûnî bê lêkolîn.