ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê komek ji bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê ye.

Nivîskar û rojnamevanê li Swêdê naskirî Jan Gûllîoû diyar kir ku daxwaza Kurdan a ji bo azadiyê û derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' daxwazeke mafdar e.

Genim Îldan qala 29 salên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) kir ku ji bo Kurdên li Bakurê Kurdistanê xwedî cihekî taybet e.

Zelal Sîdem a Amedî, yek ji wan gerîlayên YJA Starê bû ku ji destpêkê ve di Pêngava Cenga Heftanînê de roleke mezin lîst. Digot, 'Em şervanên Reşît Serdar in, em siya we jî li vê xakê qebûl nakin."

Gerîlaya YJA Starê Asmîn Bindar ku li Heftanînê birîndar bû, destnîşan kir ku gerîlayên xwedî îdîa, biryardarî û baweriyeke xurt in, li Heftanînê rêbazeke dewlemend a taktîkê afirandine.

Qeşayên li cemseran ku ji ber germahiya global her sal bêhtir dihelin, di wê astê de heliyane ku êdî veger jê nîne.

Li Kolombiyayê ku li gel peymana aştiyê ya sala 2016'an çalakiyên tundiyê û komkujî lê dewam dikin, li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî tenê di nava vê salê de herî kêm 33 komkujî hatin kirin.