Nobedarên vê hefteyê koma ji Oldenbûrgê ye
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê komek ji bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê ye.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê komek ji bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê ye.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' 25'ê Hezîrana 2012'an li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê dest pê kiribû. Çalakî li taxa Orangerîe-Robertsaû dewam dike ku avahiyên saziyên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Parlamenta Ewropayê lê ne.
Çalakiya ku hefteya derbasbûyî ji aliyê komek ji welatparêzên Kurd ên ji paytexta Elmanya Berlînê ve dihate meşandin, vê hefteyê ji aliyê komeke ji bajarê Oldenbûrgê yê Elmanyayê ve dewr hate girtin. Nobedarên vê hefteyê Denîz Aydin, Sehlettîn Ege û Mediye Xelîl in.
Denîz Aydin bi navê komê axivî û diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe bidomînin.
BERPIRSYARÎ DIKEVE SER MILÊ CPT Û KONSEYA EWROPAYÊ
Aydin bi bîr xist ku CPT ji şopandina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan berpirsyar e, divê vê berpirsyariya xwe bi cih bîne û got, "Berpirsyariyên CPT û Konseya Ewropayê hene. Kurdistanî ji wan dixwazin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin."
FIKRÊN OCALAN TÊN MERAQKIRIN
Denîz Aydin destnîşan kir, ku gelê Kurd divê li hemberî her cûre êrişan bibe yek û got, "Ji xwe kesên ji neteweyên cuda yên serdana çalakiyê dikin tenê pirsekê dikin: Kurd çima nabin yek?"
Aydin anî ziman ku li qada çalakiyê mirov bi taybetî li fikir û hewldanên Ocalan dipirsin û bal kişand ser girîngiya bicihanîna fikrên Ocalan.
Çalakgerên ji Oldenbûrgê wê hefteyekê li ser fikrên Ocalan û têkoşîna jinê belavokan belav bikin. Ji serê sibehê heta êvarê çalakî dewam dike û tûrîstên ji welatên cuda bi baldarî nêzîk dibin.