Serokên baroyan serdana Tîmtîk û Unsal kirin

Serokên gelek baroyan serdana parêzerên girtî Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal kirin ku di rojiya mirinê de ne.

Serokên baroyên Enqere, Stenbol, Kocaelî, Edene, Îzmîr û Yalovayê, li nexweşxaneyê serdana parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal kirin ku bi daxwaza darizandina wekhev di rojiya mirinê de ne.

Parêzer tevî u rapora "nikarin li girtîgehê bimînin" ji aliyê Saziya Tipa Edlî ve hatiye dayin, nayên berdan.

Serokên baroyan ên serdana parêzerên girtî kirin wiha ne:

"Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû, Seroka Baroya Kocaeliyê Bahar Gultekîn Candemîr û Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk, Serokê Baroya Stenbolê Ozkan Yucel, Serokê Baroya Enqereyê Erînç Sagkan, Serokê Baroya Yalovayê Fedaî Dogrûyol."

Tê payin ku serokên baroyan saet di 14:00 de li Baroya Stenbolê têkildarî mijarê civîneke çapemeniyê li dar bixin.