MŞD'ê bang kir: Bi dijminê Êzidiyan re hevkariyê nekin

MŞD'ê bal kişand ser êrişkarî û polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û diyar kir, ku hin saziyên bi navê Êzidiyan tevdigerin, hevkariyê bi dewleta Tirk re dike. MŞD'ê bang li civaka Êzidî kir ku di vê der barê de hişyar bin.

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) li ser êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û pê ve girêdayî kampanya reşkirina Êzidxanê ya ji aliyê hin hêzan ve tê meşandin, daxuyaniyek weşand.

MŞD'ê fermana 3'ê Tebaxa 2014'an bi bîr xist û ragihand, ku hêzên PDK'ê yên wê demê li Şengalê bûn, civaka Êzidî di nava lepên DAÎŞ'ê de hişt û bi vî rengî bûn sedema komkujiyeke mezin.

MŞD'ê diyar kir, ku hêzên Tevgera Azadiyê dest li fermanê werdan û bi vî rengî hem pêşî li qirkirinê girtin, hem jî bûn wesîle ku civaka Êzidî ji aliyê siyasî, aborî, civakî û leşkerî ve xwe bi rêxistin bikin, têra xwe bikin û warê xwe biparêzin.

MŞD'ê da xuyakirin ku ev yek ji bo Şengaliyan bû rûpeleke nû ya dîrokî, bûn xwedî îrade, çarenûsa xwe xistin destê xwe û li ser vê bingehê Xweseriya Demokratîk a Şengalê ragihandin.

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku PKK'ê nêzî 4 salan li Şengalê tevî YBŞ/YJŞ, Koalîsyona Navneteweyî, Hikumeta Iraqê li dijî DAÎŞ'ê berxwedaneke bêhempa meşand, di ber Êzidxanê re bi sedan şehîd da û piştî ku YBŞ û YJŞ gihîşt asta ku karibin Êzidxanê biparêzin, PKK'ê di 1'ê Nîsana 2018'an de li pêş çapemeniya cîhanê ji Şengalê vekişiya, ku Emerîka jî ev yek piştrast kir.

MŞD'ê bal kişand ser kampanya reşkirinê ya vê dema dawî li dijî Êzidxanê tê meşandin û ragihand ku hin kes û rêxistinên navê Êzidiyan li xwe kirine dibin amûrek ji vê kampanyayê.

Di vê çarçoveyê de MŞD'ê bal kişand ser rêxistina bi navê Zentral Rat Der Ezidin in Deutschland û bi bîr xist ku vê rêxistinê di 2'ê Tebaxa 2020'an de li bajarê Dusseldorfê bi wesîleya salvegera Komkujiya Şengalê bîranîn ji bo Cangoriyên Şengalê çêkir, lê balkêş e ku Sefîra Balyozxaneya Tirk Ayşegul Gokçen jî vexwend vê bîranînê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Civaka êzîdî, gelê kurd û cîhan teva dizane ku faşîzma AKP/MHP'ê, piştî têkçûna DAÎŞ'ê li Şengalê, bi balafiran êrîşî Şengale dike. Di encama êrîşan de Mamê Êzîdxan Mam Zekî Şengalî û Fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî tevî hevrêyên wî hedef girtin û qetil kirin. Faşîzma AKP/MHP'ê dixwaze tola DAÎŞ'ê ji civaka Êzidî hilîne û Şengalê dagir bike.

Baş e tevî van rastiyên hikumeta faşîst, gelo vexwendina sefîra tirk bo bîranîna cangoriyan Şengalê tê çi wateyê? Gelo ev vexwendin nayê wateya şirîkatiya siyaseta qirêj li ser Şengalê? Kîjan hişmendî kujerê Şengalê dawetî bîranîna Şengaliyan dike?"

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lewre em wek MŞD di serî de daxuyaniya dawî ya Zentral Rat, ku tê de YBŞ wek baskê PKK'ê nîşan dide û dibêje PKK keç û xortên êzdiyan direvîne, bi temamî vê helwesta Zentral Ratê şermezar û protesto dikin."

MŞD'ê destnîşan kir ku rêxistina bi navê Zentral Rat hem bi kiryarên xwe yên vê dawiyê hem jî bi daxuyaniyên xwe bûye parçeyek ji kampaya reşkirina Êzidxanê û bang li civaka Êzidî kir ku li dijî hevkarên dijminê Êzidxanê helwestê nîşan bidin.

Di daxuyaniyê de her wiha bang li sazî û kesayetên xwedî wijdan ên li nava wê rêxistinê jî hate kirin ku dengê xwe li dijî vê rûreşiyê bilind bikin û nerazîbûnê nîşan bidin.