HDP: Em qeyûman bişînin baxçeyê Qesrê

HDP'ê têkilî desteserkirina şaredarîyan rapor hazir kir. Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Garo Paylan got li dijî darbeyên li Kurdistanê li aliyê Tirkiyê helwesteke hewce nehatiye nîşan dan û got, ''Em qeyûman bişînin baxçeyên qesrê.''

Lijneya Rêveberiya Xwecih a Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Rapora Qeyûm a Salekê li avahîya Navenda Giştî aşkere kir.
Di raporê de Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Garo Paylan û Hevberdevka Lijneta Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk Hediya Karaaslan hazir bûn.
Paylan got ji bo ku pêşî li xurtbûna HDP'ê were girtin ''Plana Çokdanînê'' hatiye sazkirin û bi vê çarçoweyê dewleta Tirk ''Pêvajoya Çareseriyê'' bidawî kiriye û gelek bajarên Kurdistanê kavil kirine û gelek hilbijartî, hevserok, wekîlên wan bi fermana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp hatine girtin.

REXNEYA LI PARTIYÊN TIRK

Paylan her wiha bi bîr xist ku 2016-2017'an siyaseta qeyûm hatiye sazkirin û bi vê çarçoweyê piranîya şaredariyên wan hatine desteserkirin lê dîsa jî HDP li ser piyan e. Paylan diyar kir li ser gefa qeyûm wan dengê xwe li hemû partiyên siyasî kirine lê partiyên ''muxalîf'' ên Tirk helwesta hewce nedane. Paylan got, ''Erdogan darbekar e. Careke dî siyaseta darbeyê par van çaxan darbe li şaredariyên me yên Mêrdînê û Wanê kiriye û darbe pêk aniye, partiyên siyasî yên muxalîf jî di nav de li dijî darbeyê helwesta hewce nîşan nedane.'' Paylan her wiha got siyaseta Tirk li dijî darbeyên li Kurdistanê bi qasî yên li aliyê Tirkiyê helwest nîşan nedaye.

'DARBE LI VÎNA BI MILYONAN HATE KIRIN'

Paylan bi bîr xist ku vîna bi milyonan mirov hatine desteserkirin û got, ''Heke li devereke Tirkiyê darb hebe rîsk heye ku ev mîna pençeşêrê li hemû Tirkiyê berbelav bibe û metastazê bike. Ji bo ku em vê siyaseta darbeyê bişkînin li kûdera Tirkiyê dibe bila bibe divê em li dijî vê darbeya pençşerê têbikoşin. Niha vîna gel girtî ye. Em ji vir careke dî bang li hemû partiyên siyasî, hêzên demokrasiyê dikin. Demildest divê em dawî li siyaseta qeyûm bînin. Hevşaredarên me, endamên me yên meclîsa şaredariyê, hilbijartiyên me nikarin peywira xwe bikin .Em daxwaz dikin ku demildest vegerin ser karê xwe. Ji ber vê em bang li hêzên demokrasiyê yên gelên Tirkiyê dikin. Em qeyûman bişînin baxçeyê qesrê. Em bikin ku hevşaredarên me bikaribin karê xwe bikin.''

QIRKIRINA SIYASÎ

Hevberdevka Lîjneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Hediye Karaaslan jî got bi desteserkirina qeyûman demokrasiya xwecih û şaredariya demokratîk kirine tabûtê.

'RÊBAZÊN DERÎ EXLAQÊ SIYASÎ'

Li ser dema qeyûman Hevberdevk got, ''Di vê serdemê de em muxatabî rêbazên derî exlaqê siyasî bûne. Ji ber vê hemû hevşaredarên me di pêvajoya tayînkirina qeyûman de hatine destgîrkirin.''