ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serlêdana parêzeran a ji bo Îmralî dîsa hate redkirin
Serlêdana ya parêzeran a ji bo muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin, carekî din hate redkirin. -
Xebitandina otoparkê dan sercerdevanên AKP’yî
Xebitandina otoparka avahiya Gerînendetiya Bajêr a Jîngeh û Bajarvaniyê ya Wanê dan sercerdevanê AKP’yî Şaban Kahraman. -
Êzidiyên li Elmanyayê dest bi çalakiya nobedê kirin
Êzidiyên li Elmanyayê bi çalakiya nobedê li ber lihevkirina hikumetên Hewlêr û Bexdayê rabûn. Çalakî bi beşdariya nûnerên saziyên Êzidiyan li nêzî Meclîsa Federal a Elmanyayê pêk tê. -
Malbatên şoreşgerên Elman nameyek ji Merkel re şandin
Malbatên şoreşgerên Elman ên li Kurdistanê şehîd bûn nameyek ji Merkel re nivîsîn û bang lê kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne. -
10 meh ceza dane nûçegihan Yasûl
10 meh ceza li Midûrê Karê Nivîsê yê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Îshak Yasûl birîn. -
Siyaseta PDK'ê êdî sebra gelê Kurd difûrîne!
PDK bazara xwe ya li ser destketiyên Kurdan a bi hêzên herêmî re dewam dike. PDK ku li Kurdistanê siyaseta 'ya tu ya min e, ya jî tu ya dijmin e' dimeşîne, bênavber derbê li destketiyên Kurdan dixe û sebra gel difûrîne. -
Egîd Civyan û hevrêyên wî li Lîmassolê hatin bîranîn
Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan (Vahdettîn Karay) û hevrêyên wî bi bîr anî. -
Dewlet çû cem 'Rêzdar Ocalan' – 26
Dewletê ber bi 2009’an ve êdî gotina ‘Rêzdar Ocalan’ a ji bo Rêberê Gelê Kurd sûc hesiband. Bi deh hezaran Kurdî bi gotina ‘Rêzdar’ li ser xwe da. Dewlet careke din çû cem Rêzdar Ocalan lê dîsa jî ji çaresriyê baz da. -
ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2020’AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Polîsan li Stenbolê ciwanek Kurd qetil kir
Li Zeytînbûrnû ya Stenbolê di şerê navbera du malan de hate ragihandin ku polîs ciwanê Kurd ê bi navê Aydin Îzgîn (20) kuşt. -
Dede: Li navend û gundên Colemêrgê gelek kes hatin destgîrkirin
Parlemeterê HDP’ê yê Colemrêgê Saît Dede ragihand ku di operasyonên li ser navenda Colemêrg û gundewarên wê de gelek kes hatine destgîrkirin. -
Îtiraza ji bo astengkirina malpera înternetê ya Yenî Yaşamê red kir
Îtiraza ji bo astengkirina malpera înternetê ya fermî ya Rojnameya Yenî Yaşamê hate redkirin. -
Rojnamevan Bûgdu hate bibîranîn
Rojnamevan Kadrî Bûgdû yê berî 6 salan li Edeneyê ji aliyê DAÎŞ’iyan ve hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn. -
Beştaşê bang li muxalefetê kir: Em dikarin vê rawestînin
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser pêkanînên xespê, qedexeyê ya desthilat a AKP’ê û ev banga ‘Em dikarin li dorî maseyek kom bibin û vê rawestînin’ li muxalefetê kir. -
KE nerazîbûn nîşanî girtinên MA dike hedef da
Platforma Parastin û Ewlekariya Rojnamevanan a girêdayî Konseya Ewropayê têkildarî girtinên ku rojnamevanên Ajansa Mezopotamyayê dike hedef got: “Di asta yekem de tehdîdan” dide çêkirin. -
Li Parlementoya Iraqê girtina çalakvanan a ji aliyê PDK’ê ve şermezar kirin
Hinek endamên meclîsa nûneran a Iraqê li Parlementoya Iraqê destgîrkirin û girtina çalakvanên siyasî ya ji aliyê PDK’ê ve bi daxuyaniyekê şermezar kirin. -
Dirboyan: Çareserî ne bi emperyalîstan, lê bi Rêber Apo dibe
Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan diyar kir ku şerê Azerbaycan-Ermenistanê ji aliyê Tirkiye û dewqletên emperyalîst ve hatiye destpêkirin û got, "Çareserî bi projeya Rêber Apo dibe." -
Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê: Pêngaveke xurt a serhildanê ye
Li Strasboûrgê çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd dewam dike. Nûnerên saziyan diyar kirin ku divê xwedî li pêngava KCK'ê derkevin û destnîşan kirin ku ev yek pêngaveke xurt a serhildanê ye. -
Yekîneya Tolhildanê ji bo bîranîna Egîd Civyan çalakî li dar xist
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz li Wan û Amedê li hedefên leşkerî xistin. Li Êlihê jî wesayiteke çêkirina rê ya qeyûm hate îmhakirin. Hate ragihandin ku çalakî ji bo bîranîna Egîd Civyan hatine lidarxistin. -
Têkildarî 6 wekîlan ku 5 jê HDP'î ne 10 fezleke şandin meclîsê
Ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya 6 wekîlan ku 5 jê HDP'î ne, yek jî serbixwe ye, 10 fezleke pêşkêşî Meclîsa Tirk hate kirin. -
Nerazîbûna li neavakirina komîsyona têkildarî avêtina ji helîkopterê
Desthilatdariya AKP-MHP'ê nexwest, têkildarî Servet Tûrgût ê ku ji helîkopterê hate avêtin û kuştin, komîsyonek bê avakirin. Parlamenterên HDP û CHP'ê nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. -
Cezayê li bersûcên komkujiya 10'ê Cotmehê, hate pejirandin
Cezayê li 19 bersûcên komkujiya 'Mîtînga Aştiyê' ya 10'ê Cotmeha 2015'an hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Enqereyê ve hate pejirandin. Parêzerên malbatan wê biryarê bibin ber destê Dadgeha Bilind. -
HDP: Hûn nikarin bi Kurdî û şanoya Kurdî!
HDP'ê nerazîbûn nîşanî qedexekirina lîstika şanoya Kurdî da û diyar kir ku desthilatdarî dijminê Kurdî ye. HDP'ê ev peyam da desthilatdariyê: "Hûn nikarin bi Kurdî û şanoya Kurdî". -
Êzidî li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê dest bi çalakiyan dikin
Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê, li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê wê çalakiyeke şermezarkirinê li dar bixin. -
ROJEVA 14’Ê COTMEHA 2020’AN
Rojev Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.