Serlêdana parêzeran a ji bo Îmralî dîsa hate redkirin

Serlêdana ya parêzeran a ji bo muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin, carekî din hate redkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo sibê bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.

Serdozgeriyê qedexekirina hevdîtina parêzeran a 6 mehan hêcet nîşan da û daxwaza parêzeran carek din red kir.

Ji parêzeran Rêzan Sarica û Newroz Ûysal herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de li gel Ocalan hevdîtin kiribûn.