Rojnamevan Bûgdu hate bibîranîn

Rojnamevan Kadrî Bûgdû yê berî 6 salan li Edeneyê ji aliyê DAÎŞ’iyan ve hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn.

Rojnameger û xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû, di 14’ê cotmeha 2014’an de li taxa Ova ya navçeya Seyhanê ya Edenê dema ku rojnameyan belav dikir, ji aliyê DAIŞ’iyan ve hat qetilkirin.

Bîranîan ku li Goristana Kuçukoba hate kirin gul danîn ser gora Gugdu û wêneyên bi rojnameya Yenî Yaşamê re danîn. Piştî deqeyek rêzgirtinê û şûnde Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Mabbatên Xizmên wan Windabûyî yên Akdenizê (AYKAY-DER) Mehmet Mîrza Koklî axivî diyar kir ku tevî ku berpirs diyar in lê hê jî nehatine girtin, soz didin ku wê têkoşîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe dane bidomînin.

Piştre jî xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Mûrat Karakaş jî axîv û destnîşan kir ku berpirsên nas dikin ji salên 90’î ve rojnamevanan qetil dikin.”

Hevsera Bûgdû jŞemsa Gûgûd jî daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û spasiya kesên ku ew tenê nehiştin jî kir.