Polîsan li Stenbolê ciwanek Kurd qetil kir
Li Zeytînbûrnû ya Stenbolê di şerê navbera du malan de hate ragihandin ku polîs ciwanê Kurd ê bi navê Aydin Îzgîn (20) kuşt.
Li Zeytînbûrnû ya Stenbolê di şerê navbera du malan de hate ragihandin ku polîs ciwanê Kurd ê bi navê Aydin Îzgîn (20) kuşt.
Hate ragihandin ku li Zeytînbûrnî ya Stenbolê di şerê navbera du malan de polîs ciwanê Kurd ê bi navê Aydin Îzgîn (20) kuşt.
Xizmê Aydin Îzgîn Resûl Îzgîn ê agahî da ANF’ê, ragihand kurapê wî yê bi guleya polîsan hate kuştin niha li morga Nexweşxaneya Avrasya ya Zeytîbûrnû di bin dorpêça polîsan de ye.
Îzgîn anî ziman ku şerê di nabera malbata wan û malbata din de ji ber revandina keçekê derketiye, polîsên ku hatin cihê bûyerê bi çekê kurapê wî yê 20 salî kuştin.
Îzgîn destnîşan kir ku piştî cenaze bibin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û şûnde wê li Midyat a Mêrdînê veşêrin, daxwaz kir ku serbûyerê neyê girtin.