Têkildarî 6 wekîlan ku 5 jê HDP'î ne 10 fezleke şandin meclîsê
Ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya 6 wekîlan ku 5 jê HDP'î ne, yek jî serbixwe ye, 10 fezleke pêşkêşî Meclîsa Tirk hate kirin.
Ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya 6 wekîlan ku 5 jê HDP'î ne, yek jî serbixwe ye, 10 fezleke pêşkêşî Meclîsa Tirk hate kirin.
Wekîlên HDP'î yên li dijî wan fezleke hatine amadekirin wiha ne: Parlamentera Mersînê Fatma Kûrtûlan, Parlamentera Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, Parlamentera Amedê Remziye Tosûn, Parlamenterê Agiriyê Abdullah Koç û Parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş.
Têkildarî Remziye Tosûn 5 fezleke, têkildarî çar parlamenterên din ên HDP'î jî ji bo her yekî fezlekeyek hate pêşkêşkirin.
Parlamenterê din ê fezleke li hemberî wî hate amadekirin Parlamenterê Serbixwe Mensûr Işik e ku ji ber tundî li hevsera xwe kir ji bo du salan ji partiyê hate dûrxistin.