Beştaşê bang li muxalefetê kir: Em dikarin vê rawestînin

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser pêkanînên xespê, qedexeyê ya desthilat a AKP’ê û ev banga ‘Em dikarin li dorî maseyek kom bibin û vê rawestînin’ li muxalefetê kir.

Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.

Beştaş bibîr xist ku ji 65 şaredariyên wan 6 şaredarî di destê wan de mane û got: “Ev yek êrîşa li dijî îradeya gel e. Li dijî destkeftiyên me darbeyek mezin tê kirin.”

Beştaş bal kişand ser destgîrkirin û dirêjkirina dema destgîrkirinê ya Dayikên Aştiyê yên li Rihayê û got: “Destgîrkirina dayikan nîşaneya neheqiyê, bêhiqûqiyê û tundiyê ye. Wê nikaribin ser vê tundiyê bigirin.”

Beştaş bal kişand ser krîza aboriyê jî û nirxandin kir: “Rojeva sereke ya Tirkiyê krîza aborî ye. Bi daneyan dileyizîn. Dixwazin tabloya felakete biguherînin. Dixwazin tabloyek wek cejnê çê bikin. Her ku krîza aborî kûr dibe gotinên rayedarên îqtîdarê jî cuda dibe. Aborî felaketê bi xwe re tîne. Yek ji krîzên dîrokî pêk tê.” Beştaş ji bo başkirina rewşa aborî bang li muxalefetê kir û xwest muxalefet krîza aboriyê, hejarî, birçîbûn û feqîriya xelkê bike rojeva sereke.

Beştaş qala daxuyaniya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ên derbarê guhertina odeyên pîşeyî kir û got: “Desthilat dixwaze di bin navê ‘piraniyê’ de saziyên xwe ava bike. Desthilata ku di her mijarê de tekperestiyê dike lê radibe odeyên pîşeyî dabeş dike. Hûn ji odeyên pîşeyî çi dixwazin? Beriya AKP’ê jî odeyên pîşeyê hebûn. AKP biçe jî wê odeyên pîşeyê hebin. Derdek mezin ê vê desthilatê bi rêxistinên sivîl re heye. We pîşeyan qedand niha jî dorê anîne ser odeyên pîşeyê. Ne wê baro serê xwe deyne û ne jî wê odeyên pîşeyê serê xwe bitewînin. Hûn di vê mijarê de dawî li xwe tînin.” Beştaş bertek nîşanî qedexekirina hilbijartina baroyan jî da.

Beştaş destnîşan kir ku qedexekirina lîstika şanoyê ya “Bêrû” ya aydê Teatra Jiyana Nû ya ji aliyê Qeymeqamiya Gazîosmanpaşayê ve pêk hatiye sosret e û ev got: “Lîstik ji ber ku bi Kurdî ye qedexe kirine. Angaşt kirine ku wê pergala cemaweriyê xera bike. Wê çawa xera bike? Ji serî heta binî cahîltî, nezanî, nijadperestî û dijminatî ye. Em bi tabloyek wiha re rûbirû ne. Heke hinek rûyê wan hebe bila Waliyê Stenbolê û Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî lêborînê bixwazin. Em bang li wan dikin ku îstafa bikin.”