Xebitandina otoparkê dan sercerdevanên AKP’yî
Xebitandina otoparka avahiya Gerînendetiya Bajêr a Jîngeh û Bajarvaniyê ya Wanê dan sercerdevanê AKP’yî Şaban Kahraman.
Xebitandina otoparka avahiya Gerînendetiya Bajêr a Jîngeh û Bajarvaniyê ya Wanê dan sercerdevanê AKP’yî Şaban Kahraman.
Qada 7 donim a li ser rêya Ordû ya taxa Şerefiye ya ku yek ji qada navendîya Wanê ye û baxçeyê Gerînendetiya Bajêr a Jîngeh û Bajarvaniyê ya Wanê ye, bêyî îhale dabûn sercerdevan Şaban Kahraman yê ku di hilbijartina sala 2018’an de ji AKP’ê bûbû bernamzet. Li ser vê qadê otopark û şuştina wesayîtan hate vekirin. Li ber deriyê wê tevdîrên ewlehiyê heye û li dora wê jî kamera hatin bicihkirin.
MIDÛR DIÇE PÊŞIYA SERCERDEVAN
Derket holê ku Walîtiya Wanê ev der pêşkêşî sercerdevan Kahraman kiriye. Tê diyarkirin ku rûhsata vê otoparkê tune. Kahraman hefteyê du caran diçe otoparkê û Gerînendetiya Bajêr a Jîngeh û Bajarvaniyê ya Wanê Alî Kemal Atli li ber derî diçe pêşiya wî.
‘SEROKÊ TABÛRA BIRÛSKA REŞ E’
‘Tabûra Cerdevanên Birûsk’a ku dewletê di sala 1996’an de li Şaxa Wanê ava kiriye û cerdevan Şaban Kahraman kiriye serokê wê, li Kurdistanê gelek kes kuştiye, rola wî di valakirin û şewitandina gelek gundan de heye. Ev tabûr bi awayekî çalak tevlî operasyonên qirker jî dibe.