ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP salvegera xwe ya 8’emîn pîroz kir
HDP’ê li Navenda Pêşandanê ya Bostanciya Stenbolê salvegera xwe ya 8’emîn pîroz kir. -
Li Stenbolê 4 endamên ESP’ê hatin destgîrkirin
4 endamên ESP’ê yên ku ji bo şervanên MLKP’ê Hidir Çalli, Taylan Kûtlar, Firat Şeran, Ozan Sokmen û Koray Aspîr loqme belav dikirin, hatin destgîrkirin. -
Li Sydneyê çalakiya ji bo Şengalê
Peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê, li bajarê Sydney ê Awûstralyayê hate şermezarkirin. -
Kurdan li Erfûrtê çalakiya şermezarkirinê li dar xistin
Li bajarê Erfûrt ê Elmanyayê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemberî faşîzmê çalakiyek hate lidarxistin. -
Milîsên HBDH'ê ji bo bîranîna fermandar Egîd Civyan çalakî kirin
Milîsên HBDH'ê ragihandin ku ji bo bîranîna yek ji fermandarên HPG'ê Egîd Civyan di 11 û 16'ê Cotmehê de li Mersînê du çalakî li dar xistine. -
Ji HBDH'ê pêngava 'Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê misoger bikin'
Endamê Komîteya Rêveber a HBDH'ê Tekîn Yoldaş di çarçoveya kampanya 'Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê misoger bikin' de ji bo seferberiya şoreşgerî banga kir. -
Berxwedana 2019'an û hewldanên ji bo çareseriyê -29
Di encama berxwedana greva birçîbûnê ya 200 rojî de piştî 8 salan parêzer yekemcar çûn Îmraliyê. Di wan pênc hevdîtinên havîna 2019'an Rêberê Gelê Kurd xwest ku grevên birçîbûnê bi dawî bibe ji bo tiştek bi kesî neyê û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kir. -
ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Biryara berdewamiya girtîbûna Yuksekdag û Demirtaş
Hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş ên ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de, di derbarê wan de lêkolîn dihat kirin, careke din biryara berdewamiya girtinê hate dayîn. -
Malpera ‘Raperîna Gel’ cara 20’an tê astengkirin
Dewleta Tirk ji bo cara 20’an malpera ‘Raperîna Gel’ asteng kir. -
YPS'ê li Izmîr û Mûglayê çalakî kirin
Tîmên Bersivdanê yên YPS'ê Şehîd Soro Amed li Izmîr û Mûglayê li dijî nobedar û nokeran çalakî kirin. -
Nûçegihanê girtî: Nikarin dengê rastiyê bibirin
Nûçegihan Cemîl Ugur ji girtîgeha ku lê rehîn e peyam şand û got, ''Di dîrokê de desthilatan gelek nûçegihanên ku rastî ji gel re ragihandin hatin girtin lê ti caran nekarîn ku dengê heqîqetê bibirin. Hêza wan têra vê nake.'' -
Borrell: Fikarên li ser operasyonên qirkirina siyasî zêdetir dibin
Alîkarê Serokê Komîsyona YE Josep Borrel ‘fikarên’ xwe yên têkildarî operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê anî ziman û bal kişand ku divê pirsa Kurd bi çareseriyeke aştiyane û domdar bê kirin. -
Kişanak girtin, ji bo Yildirim girtîgeha malê
Ji siyasetmedarên ku di çarçoveya ‘lêpirsîna Kobanê’ îfade dan Gulten Kişanak dîsa hate girtin, ji bo Gulser Yildirim a girtî jî bi şertê kontrola edlî ya ‘hebsa malê’ hate berdan. -
Du salên krîtîk ên li Imraliyê - 28
Şoreşa Kurdsitanê wan salan piştî 2013’an kete qonaxeke nû. Bi rola serke ya Rêberê Gelê Kurd pêvajoyên krîtîk hatin jiyîn. Piştî 5’ê Nîsana 2015’an pêvajoyeke nû ya tecrîd û êşkenceyê dest pê kir. -
ROJEA 17'Ê COTMEHÊ
Li Kurdistanê, Tirkiyê û Cîhanê rojevên ku derketine pêş -
Li Mêrsînê 6 kes hatin destgîrkirin
Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê ya Akdenizê Salih Akbaş jî di nav de 6 kes hatin destgîrkirin. -
Îtiraza ji bo girtina 17 siyasetmedaran red kirin
Îtiraza ji bo 17 siyasetmedarên ku di nav de Ayhan Bîlgen, Alp Altinorrs û Beyza Ustun jî hene ku di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de hatibûn girtin, bi îdîaya ‘girtina bi pîvan’ hate redkirin. -
Ji bo Çawûşê Pispor Mûsa Orhan biryara ji derve bê darezandin
Di derbarê çawûşê Pispor Mûsa Orhan ê ku Îpek Er tecawiz kirî û piştre Er a xwe întihar kirî, doz hatibû vekirin. Rûniştina yekem a doza ku bi sûcê ‘Êrîşa zayend’ hatî vekirin, pêk hat. Di rûniştinê de biryara lêpirsina ne girtî hate dayîn. -
Rûniştina doza Yuksekdag pêk hat: Serî natewînin
Rûniştina doza Hevseroka berê ya HDP’ê ya rehîn girtî Fîgen Yuksekdag pêk hat. Yuksekdag peyama ‘Yê bê darezandin Erdogan e. Em serî natewînin.’ da -
Li Wanê hezar û 721 binpêkirinên mafan pêk hatiye
Şaxa ÎHD’ê ya Wanê diyar kir ku li bajar di nava 9 mehan de hezar û 721 binpêkirinên mafan pêk hatine. -
Têkildarî cenazeyê li peyarêya Kîlyosê hatine veşartin daxuyaniyek dan
Têkildarî cenazyên ji Goristana Xerzanê hatin revandin û li peyarê Goristana Kîlyos a Stenbolê hatin veşartin daxuyaniyek a çapameniyê hate dayîn. -
Li Wanê îtiraza girtina 4 rojnamevanan kirin
Li Wanê îtirazî girtina nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr li gel nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala ên 9’ê Cotmehê hatibûn girtin, kirin. -
Malbat ji bo biçine Imraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê ji bo ku xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
2 endamên SGDF'ê hatin destgîrkirin
Endamên SGDF'ê Yucel Yavûz û Devrîm Taylan Eryilmaz hatin destgîrkirin.