Malbata Çakas: Rîska radestkirina Tirkiyeyê cidî ye
Malbata aktîvîstêw Kurd Mehmet Çakas ku metirsiya dersînorkirina ji bo Tirkiyeyê li ser heye, diyar kir ku ew vê biryarê weke helwesteke siyasî dibînin û wê biryarê nas nekin.
Malbata aktîvîstêw Kurd Mehmet Çakas ku metirsiya dersînorkirina ji bo Tirkiyeyê li ser heye, diyar kir ku ew vê biryarê weke helwesteke siyasî dibînin û wê biryarê nas nekin.
Aktîvîstê Kurd Mehmet Çakas ê ji Çewlîgê, di Kanûna 2022’an de li ser daxwaza meqamên Elman li Îtalyayê hatibû binçavkirin û Adara 2023’an radestî Elmanyayê hate kirin. Di Nîsana 2024’an de Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Celleyê bi îdîaya ‘Endametiya PKK’ê’ 2 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li Çakas birî. Çakas ku niha li Girtîgeya Uelzen a li Saksonya Jêrîn tê ragirtin, tê plankirin ku 4’ê Cotmeha 2025’an bê berdan.
Lê belê serlêdana penaberiyê ya aktîvîstê siyasî Çakas ji aliyê Daîreya Penaber û Koçê ya Federal (BAMF) ve hate redkirin. Dadgeha Îdareyê ya Lunebûrgê serlêdana ji bo rabûna li ber dersînorkirinê bêyî ku hincetan binirxîne, red kir. Çend roj berê serdozgeriyê dest ji înfaza cezayê girtîgehê berda û pêşî li dersînorkirina ji bo Tirkiyeyê vekir.
Malbata Çakas nerazîbûn nîşanî pêvajoya dadgehê ya ji bo dersînorkirina Mehmet Çakas a ji bo Tirkiyeyê da û hişyarî da ku ‘Rîska cidî dewam dike’. Malbata Çakas diyar kir ku biryara radestkirinê ya gengaz a dadgehên Elman hiqûqî nîne û got, “Ev helwestên li dijî çareseriyê yên Elmanyayê ji aliyê Kurdan ve cihê fikaran e.”
‘EM BIRYARA DADGEHA ÎDAREYÊ ŞERMEZAR DIKIN’
Di daxuyaniya malbata Çakas de hate gotin, “Niha rîska ji bo radestkirina Tirkiyeyê bi rengekî cidî dewam dike. Bi rêyên hiqûqî, siyasî dîplomatîk û çalakiyan hewl tê dayin ku pêşî li vê biryarê bê girtin. Weke malbat em vê biryarê hiqûqî nabînin, weke helwesteke siyasî dibînin. Bi taybetî dema ku di vê pêvajoyê de tê nirxandin, em dibînin ku wê bandoreke neyînî li pêvajoyê bike. Em vê biryara dadgeha Elman şermezar dikin û diyar dikin ku ti carî qebûl nakin. Di demekê de ku ihtimal heye pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin, ev helwesta li dijî çareseriyê ya hin dewletên Ewropayê bi taybetî jî ya Elmanyayê ji bo Kurdan cihê fikaran e.”
SERLÊDANA LEZGÎN JI BO ÇAKAS LI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN A FEDERAL HATE KIRIN
Parêzerê Mehmet Çakas Dr. Bjorn Elberling li hemberî biryara dersînorkirinê serlêdana lezgîn li Dadgeha Destûra Bingehîn a Elmanyayê da. Tê payin ku biryar rojên bê, were dayin.