Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê: Pêngaveke xurt a serhildanê ye

Li Strasboûrgê çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd dewam dike. Nûnerên saziyan diyar kirin ku divê xwedî li pêngava KCK'ê derkevin û destnîşan kirin ku ev yek pêngaveke xurt a serhildanê ye.

Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Konseya Ewropayê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir di roja sêyemîn de ye.

Çalakgerên rûniştinê broşurên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser fikir û têkoşîna wî bi gelek zimanan belav kirin.

Di hefteya destpêkê de endamên ATÎK, MAR-DER û hunermendên TEV-ÇAND'ê tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî wê mehekê dewam bike. Koma destpêkê li qada çalakiyê semînerên li ser "tecrîd, dagirkerî û faşîzmê" li dar xist.

Di semîneran de li ser rê û rêbazên xurtkirina pêngava "Bes e ji faşîzm, qirkerî û dagirkeriyê re; dema azadiyê ye" nîqaş kirin.

Nûnerekî Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Ewropayê (ATÎK) bal kişand ser girîngiya pêngava 'Dema azadiyê' ya KCK'ê û destnîşan kir ku pêngav ji bo têkoşîna azadiya Ocalan û girtiyên siyasî ye.

Rêveberê ATÎK'ê diyar kir ku li dijî êrişên faşîst ên li Tirkiyeyê pêngaveke xurt a serhildanê tê meşandin, ew jî vê pêngavê cidî dibînin û xwedî lê derdikevin.

Ji bo serketina pêngavê jî bang li her kesî kir ku têbikoşin.

Ji Konfederasyona Koçberan a Bindest li Ewropayê (AVeG-KON) Tayfûn Yilmaz jî anî ziman ku şerê li Qerebaxê, Rojava, Derya Spî ji aliyê faşîzma AKP-MHP'ê ve hatiye destpêkirin encama zîhniyeta Osmaniya nû ye û diyar kir ku ew bi xwe jî weke Ermenekî li ber vê radibe.

Yilmaz destnîşan kir ku rêya lawazkirina vê zîhniyetê jî pêngava şoreşgerî ya KCK'ê ye û banga xwedîderketina li pêngavê kir.

Ji Însiyatîfa Komun a Demokratîk a Şoreşger li Ewropayê (ADDKÎ) Aycan Gaye Serbes jî anî ziman ku ji bo xurtkirina pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û mezinkirina berxwedana li dijî faşîzmê ew tevlî çalakiyê bûne. Serbes destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî bibe wê têkoşîna xwe bimeşînin.