KE nerazîbûn nîşanî girtinên MA dike hedef da

Platforma Parastin û Ewlekariya Rojnamevanan a girêdayî Konseya Ewropayê têkildarî girtinên ku rojnamevanên Ajansa Mezopotamyayê dike hedef got: “Di asta yekem de tehdîdan” dide çêkirin.

Platforma Parastin û Ewlekariya Rojnamevanan nerazîbûn nîşanî girtina 4 rojnamevanên ku di zextên li ser MA’yê ya 5’ê Cotmehê de ku li Wanê pêk hat, da.

Platformê bal kişand ser girtina nûçegihanên MA Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala û çavkaniya tehdîdê jî ‘dewlet’ nîşan da. Asta tedhîdê ya li Tirkiyeyê jî weke ‘asta yekem’ da.

Platformê destnîşan kir ku Ji ber xebatên pîşeyî û statû ya rojnamevaniyê dîsa binpêkirineke îxlalî, demek dirêj destgîrkirin û girtin, bi awayekî kêfî girtina dezgehekî medayyê, çalakiyên ku bandorekî cidî li ser azadiya medya û tedhîdekî cidî pêk tîne, dikeve çarçoveya binpêkirinên giran ên azadiya çapemeniyê.