Çeteyên dewleta Tirk êşkence li kalekî kirin
Çeteyên di bin rêveberiya dewleta Tirk de, li gundê Çiyê yê Raco ya dagirkirî êşkence li Berdî Elî yê 70 salî kirin.
Çeteyên di bin rêveberiya dewleta Tirk de, li gundê Çiyê yê Raco ya dagirkirî êşkence li Berdî Elî yê 70 salî kirin.
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk êşkence li kalemêr Bedrî Elî (70) kirin.
Ev bûyer, dema kalemêr erebeya xwe li ser rêya navbera gundê xwe Çiyê û gundê Dîkê yên girêdayî bajarê Raco diajot pêk hat. Çeteyan bi motorsiklêtê rêya wî qut kir û bêyî tu sedeman li kalemêr xistin.
Girêdayî mijarê, çavkaniyekî ji nexweşxaneyek bajêr diyar kir ku piştî şikestin û birînên di laşê wî de kalemêr bi awayekî lezgîn rakirin nexweşxaneyê û rewşa wî pir giran e.
Li gorî şahid û xizmên wî, êrişkar bi êrişên fîzîkî û gotinên xerab bes nedîtin, ji wê zêdetir erebeya wî ya Mazda û pereyên wî dizîn.
Ev sûc, dikeve çarçoveya rêzebinpêkirinên sîstematîk ku çeteyên dewleta Tirk li bajarê Efrînê ji 2018’an ve pêk tînin. Li hember van sûcan bêdengiyeke navneteweyî ya fikar û paşguhkirina rêxistinên mafên mirovan heye.