​​​​​​​Dede: Li navend û gundên Colemêrgê gelek kes hatin destgîrkirin

​​​​​​​Parlemeterê HDP’ê yê Colemrêgê Saît Dede ragihand ku di operasyonên li ser navenda Colemêrg û gundewarên wê de gelek kes hatine destgîrkirin.

Parlemeterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Saît Dede li ser tevna dijîtal ragihand ku di operasyonên li ser navenda Colemêrg û gundewarên wê de gelek kes hatine destgîrkirin.

Dede diyar kir ku di nava kesên hatine destgîrkirin de kesên astengdar û kal jî hene û got: “Di operasyona li navenda Colemêrg û gundê Cevîzlî de me agahî girt ku gelek welatî hatine destgîrkirin. Bendewariya malbatan a têkildarî agahiyek ji rewşa  kesên astengdar û kal bigirin jî dewam dike. Em li bendê ne ku rayedar daxuyaniyek bidin.”