Îtiraza ji bo astengkirina malpera înternetê ya Yenî Yaşamê red kir
Îtiraza ji bo astengkirina malpera înternetê ya fermî ya Rojnameya Yenî Yaşamê hate redkirin.
Îtiraza ji bo astengkirina malpera înternetê ya fermî ya Rojnameya Yenî Yaşamê hate redkirin.
Malpera înternetê ya “www.yeniyasamgazetesi1.com” Rojnameya Yenî Yaşam li ser daxwaza Fermandariya Alaya Jendermeyan a Bajar a Walîtiya Hatayê ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya 1’an a Hatay ve 25’ê Îlonê bi biryara Desteya Agahiyên Teknolojî û Peywendiyê ya (BTK) ve hate astengkirin. Îtiraza têkildarî biryarê ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 7’an a Stenbolê ve hate redkirin.