ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 14’Ê COTMEHA 2020’AN
Rojev Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Hevserokên HDP’ê bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê Lînde re civiyan
Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mithat Sancar, bi Wezîra Karên Derve a Swêdê Ann Lînde re civiyan. -
‘Dewrêşê Serdemê, Egîdê Şengalê rûmeta Êzdîxanê ye!’
KCÊE, Fermandarê Botanê Egîd Civiyan bibîr anî û got: “Egîdê Şengalê û Dewrêşê serdemê bi berdala lehengî û xwina ciwanên Kurdistanê, mizgîniya rizgarkirina Şengalê da civaka Êzidî û Êzdîxanê û ew radestî zarok, jin û ciwanên Şengalê kir. -
Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hate redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo ku miwekîlên xwe bibînin hate redkirin. -
‘Em rê nadin xebatên çetetiyê’
Sepandinên sîxûriyê yên endam û rêveberên HDP’î yên partî û navçeyan ku her diçe zêdetir dibe, bi daxuyaniyeke ya li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê bi civîneke çapemeniyê tehşîrkirin. -
Sancar: Meşa me ya pîroz berdewam dike
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand zextên li ser HDP’ê û got: “Her cure rêbabaza êrişan li dijî me xistin dewrê û xwestin me tune bikin lê xwe xapandin û bi ser neketin. Meşa me berdewam dike.” -
Dema nezaretê ya dayikên aştiyê dîsa hate dirêjkirin
Li Rihayê 4 dayikên aştiyê jî di nav de 12 kes hatibûn destgîrkirin. Dema nezaretê ya kesên hatibûn destgîrkirin, dîsa hate dirêjkirin. -
Li Entalyayê 2 kes hatin destgîrkirin
Li Entalyayê di operasyonên qirkirina siyasî de rêveberên HDP’ê Deger Yorgûn û Osman Metîndir hatin destgîrkirin. -
Nêzî 6 salan cezayê girtîgehê li rojnameger Dayan birîn
Nêzî 6 salan cezayê girtîgehê li rojnameger Arafat Dayan hate birîn. Dayan gerînendeyê karê nivîsan ê rojnameya Demokratîk Ûlûsê bû. -
YPS-JIN’ê sê çalakî li dar xist
Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Yildiz Gabar a YPS-JIN’ê li Wan, Mûgla û Mêrsînê li wesayîteke polîsan û kargehekê dan. -
Heta niha 10 milyon Emerîkaniyan deng dan
Ji bo hilbijartina di 3’ê Mijdare de ya ku wê li DYE’yê were kirin heta niha 10 milyon kesan deng dan. -
Parêzer ji bo çûna Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Rojnameya Expressen a Swêdê: Erdogan cîhadîstan dişîne herêmên şer
Rojnameya Expressenê ya Swêdê diyar kir ku divê aloziya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê bi rêyên dîplomatîk were çareserkirin. Rojnameyê diyar kir ku Erdogan cîhadîstan dişîne herêmên şer. -
Kurdan û Ermenan êrişkarî û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir
Kurdistanî, Ermenî û Îtalyayî li dijî şer û êrişkariya rejîma AKP-MHP'ê mîtîngek hevpar lidar xistin. -
1'ê Hezîranê û êşkenceya spî -24
Hewldanên Ocalan a ji bo aştî û çareseriyê li bin guhê konsepta tasfiyeyê û rizandina bi tecrîdê ya dewleta Tirk diketin. Tevgera Azadiyê ya Kurd di nava sala 2004'an de li ber biryaranekê bû. -
Nûnerên Êzidiyan: Peyman dewama fermanê ye, em qebûl nakin
Nûnerên Êzidiyan peymana PDK û hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê nirxandin û peyman weke "Peymana sûcdaran û xayinan" bi nav kirin. Nûneran diyar kirin ku peyman dewama fermana 73'an e. -
ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li Meletiyê 4 kes hatin girtin
Li Meletiyê 4 kes hatin girtin -
2 siyasetmedar hatin destgîrkirin
Endama PM a DBP’ê û aktivîsta TJA’yê Hazal Taş û endamê PM a HDP’ê Ferît Yildiz dema ber bi Entalyayê diçûn wesayîta wan hate rawestandin û destgîr kirin. -
Doza Mizrakli: Kurd xwecihiyên vê erdnîgariyê ne
Di çarçoveya doza derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli de, li Enqerê rûniştina yekem pêk hat. -
Komploya 9'ê Cotmehê li Rûsyayê hate şermezarkirin
Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, di salvegera 22'an de li bajarên Moskowa, Saratov û Yekaterînbûrgê yên Rûsyayê bi civîn û daxuyaniyan hate şermezarkirin. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê: Wê têkoşîna me bidome
Meclîsa Jinan a HDP’ê encamnameya civîna xwe ya di 10’ê Cotmehê de eşkere kir û got, “Kesên dibêjin ku qey wê HDP li ber wan stûyê xwe xwar bike, em ê miradê wan di qirika wan de bihêlin.” -
'Peymana Hewlêr-Bexdayê li dijî hebûna Êzidiyan e; nayê qebûlkirin'
MŞD'ê bal kişand ser lihevkirina Bexda-Hewlêrê ya li ser paşeroja Şengalê û destnîşan kir ku ev peymana bêyî Êzidiyan hate amadekirin, li dijî hebûna civaka Êzidî ye. MŞD'ê bang li Êzidiyan kir ku heta statuya Şengalê bê qebûlkirin li ber xwe bidin. -
HBDH’ê dest bi seferberiyeke nû ya têkoşînê kir
Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Gelan (HBDH) seferberiyeke nû ya têkoşînê da destpêkirin û got, “Heta ku dijmin têk diçe û faşîzm hilweşe em ê nesekinin.” -
Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd di hefteya 434'an de ye
'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, 434 hefte ne dewam dike.