ROJEVA 14’Ê COTMEHA 2020’AN

Rojev Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Çalakiya rûniştinê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê dest pê kiriye wê bêşopandin.

Bi sala 2008’an re dewleta Tirk rêbazên êşkenceyê yên dûrî ji aqil, li Îmraliyê xiste meriyetê. Porê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zorê hate jêkirin, ji bo çûk xwe li ser danînin û deng dernexînin, darên li derdora hucreyê hatin birîn.

Amed diyar kir ku berxwedana li dijî faşîzmê divê li her cihî be û got, "Lê belê em dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku tevgera me rojiya mirinê, greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger yan jî çalakiyên şexsî yên zerarê didin jiyana mirovan, teqez qebûl nake."

Gerîlayê HPG’ê Kawa Evren destnîşan kir ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bê anîn, wê wezîfeya xwe bi cih bînin û got, "Eger em gel û gerîla bi hev re têbikoşin, li Kurdistanê siya dijmin jî namîne."

Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê wê peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê bi çalakiyekê şermezar bikin.

Wesayitên bi modelên SUV (Sport Unility Vehicle) ‘Wesayita Bikaranîna Sportîf’ ji ber qirêjiya ku didin atmosferê, bûne hedefa saziyên parêzvanên avhewayê.

Roja Akar ku sifirkariyê dike, têgeha 'ev karê mêran e' bi neqşên xwe pûç dike. Roja Akar dibêje, eger jin bi hunera xwe bizanibe û ji xwe bawer be, dikare her karî bike.